Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bersîvdana USAID ya Derbarê Astengê Pêş Azadîya Olî


"Ev nivîs Nêrîna Hikûmeta Amerîkî ye ku di Dengê Amerîka de tê weşandin"

Yek ji bandorên xirabên derdê nexweşiya COVID-19 fişar û sengiya zêde ye li ser kêmaniyên olî, kû binpêkirina azadiya ol yan baweriyê jî vedgire. Li gorî rasipêrê taybetê NetewênYekgirtî ji bo azadiya ol û bawerê Ahmed Shaheed, ev nexweşî bûye sedema vêxistina agirê neheziya olî ya kû di gelek welatan de hey. Wî got, ez dil teng dibim bi dîtina handana neheziyê u her wisa dema kû civakên olî yên weka Christian, Cihû û Misilmanan tên sûcdar kirin bi belavebuna Vîrisa Korona.

Rastî ewe 83%ê ji serhejmêriya cîhanê li wan cihan dijîn ku asteng yan bê qam asteng li pêş peristin u bîr u bawerên olî heye, piraniya wan jî, kêmaniyên olî dikin armanc. Derdê Coronavirus ew dest û dar ne afirandiye, lê wî rewş xirabtir kiriye.

Ji ber wê yekê, serokê Amerîka Donald Trump di 2ê Xizîranê de fermanek serokatiyê morkir da ku azadîya olî ya navneteweyî ber bi pêşve bibe kû ew xiste nava dîplomasîya Amerîkî.

Fermana serokatiyê ji Wezîrê Derve yê Amerika dixwaze ku di demê 6 mehan de pilanekê darêje kû azadiya olan ya nêvneteweyî li pêşiya pilansaziya wezaretê deyne. Her wesa di pêşiya pilansaziya bicihanîna siyaseta derve ya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerika û Ajansa Amerikî ya Geşekirina Navneteweyî (USAID) de deyne. Ew ferman herî kêm salê 50 mîlyon dolaran terxan dike ji bo wan renge bernameyên ku azadiya olî ya navneteweyî pêşdixin.

Rêveberê berwextê ajansa USAID-ê John Barsa di daxuyaniyek nivîskî de got, USAID dê rolek girîng bilîze di bicîhanîna Fermana Serokatiyê de. û got jî, “Amerîkiyan tim bawerî heye ku azadiya me ya yekem, azadiya olî e, û ew pêkerek sereke ye di stratejiya me ya ewlehiya niştimanî de.”

Hewldanên USAID ji bo pêkanîna Fermana Serokatîiyê ya pêşxistina Azadiya Olî ya Navneteweyî, dê ji hêla Samah Norquist ve bên birêvebirin. Ew şwermenda dêrîn a azadiya olan u fire baweriyê ye li Rojhilata Navîn. Xanim Norquist şarezayiya karê bi dehsalan di karûbarên navneteweyî û mijarên azadîya olî li Rojhilata Navîn û cîhanî de, heye.

Birêveberê berwext yê USAID John Barsa got jî, pêşxistina azadîya olî stûneka setratejiyên nû yên welatê me ye di çendîn salan de.

Eger kû bersiv be ji cenosîda li dijî Christiyan u Êzdiyan li bakûrê Îraqê yan ramalîna nijadî ya Musilmanên Rohinga li Burma ê, kelturê saziyên me yên taybet bi azadiya olan ya nêvneteweyî, buye erkek pêşîn yê Ajansa Amerikî ya Geşekirina Navneteweyî (USAID).

Editorial_USAID Response to Religious Freedom Challenges
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:06 0:00
Direct link

This editorial Reflecting the Views of the U.S. Government as Broadcast on Voice of America.

XS
SM
MD
LG