Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

USAID Wek Alîkarî 3,000 Ton Genim Dişîne Rêvebirîya Xweser


Ajansa Amerîkî ya bo Pêşvebirina Navnetewî (USAID) ragihand ku ewê ser daxwaza cotkarên Sûrî, 3 hezar ton tovên genim bişîne.

Li gor USAID, beşa yekê ya tovan, qonaxa kalîteyê derbaz kir û ber bi cotkarên Sûrîyê ve diçe.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandinîyê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Selman Barûdo ji Dengê Amerîka re got ku ewê tovan ji cotkarên herêma Cezîrê û Dêrezorê re belav bikin.

Barûdo got ku Desteya Çandinîyê 35,000 ton tov hazir kirine ku jibo çandinîyê pêşkêşî cotkaran bike.

“Pêdivîya herêma me bi dora 700 hezar hezar ton genim heye jiber ku nebarîna baranê mûsima genin ya sala 2020 -2021 têk çûbû.”

Wî da zanîn ku ji hilberîna vê salê dora 185 hezar ton genim jibo arvan û tov hatine embar kirin.

Barûdo bal kişand ku zeviyên çandinîyê li bakur û rojhilata Sûrîyê nêzî 1 milyon û 200 hezar hêktar e û jiber têkçûna mûsimzb, cotkarên deverê rastî ziyanên mezin hatine.

“Me jî wek Rêvebirîya Xweser bang li rêxistinên navdewletî kir ku destê alîkarîyê dirêjî herêmê bikin.”

ZO_11_15_2021_USAID_Rojava
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:19 0:00

XS
SM
MD
LG