Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

USCIRF Rûniştina 'Bidawîkirina Jenosîdê Pêşkêş Kir


Rûniştina Komîteya Amerîkî ya Azadîyên Olî ya Navdewletî (USCIRF) 12 Gulan, 2021
Rûniştina Komîteya Amerîkî ya Azadîyên Olî ya Navdewletî (USCIRF) 12 Gulan, 2021

Komîsyona Amerîkî ya Azadîyên Olî ya Navnetewî (USCIRF) îro Çarşemê rûniştineke onlaynî bi navê 'Bidawîkirina Jenosîdê: Encamên Jenosîdê yên Hikûmeta Amerîka û Gavên Pêş' dar xist.

Seroka USCIRF Anurima Bhargava di despêka rûniştinê debi axaftinek armanca Bhargava, rûniştinê dî yar kir.

Di Peymana Jenosîdê ya 1948'an de tê gotin ku dema ku dijî komek neteweyî, etnîkî, nijadî, yan olî bi armanca têkbirina bi tevahî yan qismî, kiryarên taybetî were kirin, jenosîd pêk tê.

Herwiha, peyman, pirsîyarê dide dewlatan da ku pêşî li ber tawana jenosîdê bigire û ceza bike.

Anurima Bhargava ragihand ku ji dema ku Amerîka di 1988'an de Peymana Jenosîdê ya NY di 1988'an de îmza kiriye vir ve, wezareta karên Derve hatiye encamê ku li Bosna, Rwanda, Îraq, Darfur, herêmên di bin kontrola DAIŞ'ê ya Îraq û Sûrîyê û herî dawî li Çînê jenosîd, pêk hatine.

“ Emê îro bidin zanîn ka Amerîka çawa biryarê dide ku kiryarên hovane yên girseyî yên dijî komên olî wek jenosîd bi nav bike yan na û herwiha emê pêşnîyarên xwe dîyar bikin d aku Amerîka bersîva van zulmên girseyî xurttir bide, “ Bhargava got.

Cîgirê Serokê USCIRF Tony Perkins jî dîyar kir ku niha artêşa Burma li eyaleta Rakhine şênîya Rohînga dijî ya ku bi piranî misilman in, bi tundutujî armanc dike.

Wi ragihand ku hikûmeta Çînî ragirtina mirovên Uygur di kampên desteserkirinê de didomî ne, pîvanên kêmkirina şênîya wan bikat tîne û zarokan ji dêûbavên wan vediqetîne.

“ Şahid dê bêjin ka çawa hikûmeta Amerîka biryarên jenosîdê yên berê daye û piştre sîyasetê xwe destnîşan dike, ” Perkins got.

Rûniştin bi axaftin û şahidîya Perî Îbrahîm, Rêvebira karîger ya Weqfa Ezîdîyên Azad (Free Yezidi Foundation) dest pê kir.

Perî Îbrahîm jibo girîngî û nirxa rola Amerîka ya diyarkirina jenosîdan û bandora wê li cîhanê spas kir.

Wê, biryara Amerîka ya naskirina jenosîda dijî Ermenîyan silav kir û got ku di wê jenosîdê de bi hezaran Ezîdî jî hatine kir qir kirin.

Îbrahîm ragihand ku jenosîda DAIŞ'ê ya 2014'an têkbirina cara 74'an ya Ezîdîyan bû ku DAIŞ'ê ev kiryarana li gor her yek pîvana Peymana Jenosîd ya NY pêk anî û di Adara 2016'de Amerîka ev tawanên DAIŞ'ê wek Jenosîda Dijî Ezîdîyan naskir.

“ Gava yekem ber bi dadmendîyê ev e ku divê ev tawanana wek jenosîd were bi nav kirin, naskirin û hevdem pêwîste ku giraniya zarar û hilweşandinên DAIŞ' ê were qab ûl kirin.” Îbrahîm got.

Hevdem, Îbrahîm bal kişand ser girîngîya biryarên bi vî rengî û piştvanîya navneteweyî ya bi civaka Ezîdîyan.

“ Ev tê vê wateyê ku gava carek din axa we ji hêla komek çekdar ve were dorpêç kirin bibînin, cîhan dikare xeterîyê fêhm bike li bendê nemîne heya ku pir dereng be, “ Îbrahîm got.

Perî Îbrahîm destnîşan kir ku Amerîkayê di pêyvajoya naskirina tawanên dijî Ezîdîyan de rolek sereke lîstîye, jibo piştgirîya qûrbanîyan de çavkanîyên mezin bikar anîye û ya herî girîng, rêberîya koalîsyona têkbirina DAIŞ'ê dike.

“ Em hêvî dikin ku dersên ji çîroka Ezîdîyan dê alîkarîya naskirina hikûmeta Amerîka bike kû pêşî li ber jenosîdên pêşerojê bigire û civakên ku rûbirûyê tunebûnêne, biparêze, “ Îbrahîm got.

Îbrahîm axaftina xwe bi peyameke bi dawî kir.

“ Em bang li Amerîka û tevahîya welatên ku girîngiya dadmendî û berpirsiyariyê destnîşan dikin da ku dijî hovîtîyên li Iraq û Sûriyê yê n hemberî gelê me hatine kirin, helwestê bigirin, “ Îbrahîm got.

Pişt axaftina Îbrahîm, Cîgirê berê yê Balyozê Bo Dadmendîya Giştî yê Ceza ya Cîhanî, Wezareta Karên Derve yê Amerîka Beth Van Schaack di derbarê pêyvajoya naskirina fermî ya jenosîdan de agahdarî da.

Beth Van Schaack rêgêz, pîvan û gavên Amerîka ku ew dema ser jenosîdêke lêkolîn dikin, çawa raportan amade dikin, biryara binavkirinê û naskirinê didin bi hurgulî dîyar kir.

Hevdem, Schaack ser politikayên Amerîka yên pişt naskirina jenosîdan de jî axifî.

Daniel Fullerton pişsporê Koma Hiqûq & Sîyaseta Navneteweyî ya Giştî (PILPG) li ser raportên ku wî û tîma wî ya ser tawanên zordarîya dijî şênîya Rohingya belge kirine ji endamên USCIRF û beşdarvanen re pêşkeş kir.

Wai Wai Nu,Damezrîner û Rêvebira Tora Aştîya Jinê ya Li Burma (Myanmar) di derbarê rewşa herî dawî ya li welat ku piştî darbeya leşkerî ya 3'ê Şibatê de agahdarî dîyar kir.

Artêşê di 3'ê Şibatê de jiber gilîyên ser sextekarîyên hilbijartinê ji hêla komîsyonek hilbijartinê ve nehatiye nirxandin, dest danîbû ser desthilatdarîya welat.

Li Myanmar ji darbeyê vir ve li serenserê bajar û bajarokên welêt xwepêşandanên demokrasîxwaz didomin.

Wê got ku hêzên leşkerî dijî xwepêşanderan hêza kujer bikar tîne heya niha herî kêm zêdeyî 750 kes hatine kuştin û pirtirî 3400 kes hatine desteser kirin.

Nu, bang li Amerîka û welatên cîhanê kir da ku demûdest helwestê bigirin da ku hovanî, qirkirin û binpekirinên mafên mirovan yên li welatê we, were rawestandin.

Pişti axaftinan, endamên USCIRF ji wan wek şahid pirs kirin û bersîvan tomar kirin.




























XS
SM
MD
LG