Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê CENTCOM'ê Pesna Tîm û Karmendên USS Abraham Lincoln Dide

Keştiya USS Abraham Lincoln
Keştiya USS Abraham Lincoln

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM)ê, Admiral Brad Cooper, piştî serdana xwe ya dawî bo keştiya firokhilgir a USS Abraham Lincoln, pesnê tîm û karmendên keştiyê da û berxwedana wan bi “serhildan û hêzdar” binavkir.

Cooper bang li gelê Amerîkî kir û got, "dema hûn karê tîma keştîyê û berxwedana wan bibînin, hûn ê bi serbilindiyek bêdawî li wan binêrin."

CENTCOMê di platforma xwe ya Xê de daxuyanîya fermandar Cooper ya nivîskî weşand.

Keştîyta Firokhilgir a USS Abraham Lincoln zêdetirî 200 rojan li ser avên deryayê derbas kiriye bêyî ku li benderekê raweste.

Li gor ajansa Reuters, Frmandar Cooper di daxuyaniyekê de ku roja Yekşemê li ser medyaya civakî belav kir, got ku serdana wî bo Lincoln “gelek bi bandor” bû. Wî herwiha ragihand ku li gorî data û hejmarên hêzên derayayî yên Amerîkayê (Navy), Lincoln di nav 11 keştiyên firokhilgir ên çalak de xwedî kêmtirîn hejmara dozên tenduristiya derûnî ye.

Admiral Cooper pesna rêberiya keştiyê jî da û got ku ew girîngiyê didin tenduristiya derûnî û berxwedana endamên di keştiyê de.

Ev daxuyaniyên Fermandar Cooper di demekê tên ku hin raportan ragihand bû ku rewşa tendirustî û xzimetên di keştîya firokhilgir USS Abraham Lincoln de ne baş in û malbatên leşkeran gilî kirine.

Keştiya Lincoln di Mijdara sala borî de ji baregeha xwe ya li bendera San Diego derketibû û paşê ji bo piştgirîkirina operasyonên leşkerî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn, di çarçoveya şerê bi Îranê re ku bi Operasyona "Hêrsa Dastanî" tê naskirin, çalak beşdar bûbû.

Li ser keştiya cengê ya USS Abraham Lincoln nêzî 5,000 deryavan û Hêzên 'Marinz'ê hene.

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê, Pete Hegseth, berî niha gotibû ku raporên derbarê şertên nebaş ên li ser keştiyê “bi tevahî rewşê şaş nîşan didin”.

Hegseth got ku li gor şert û mercên şer, tîm û karmendên keştiyê di rewşek baş de ne, raportên bi reşbînî behsa mercên xizmeta Keştiyê dikin rexen kirin û got ku ew ne rast in.

Serok Donald Trump jî roja Înê fikaran li ser dem dirêjîya misyonê kêm nirxand û got ku misyona USS Abraham Lincoln “qet ne dirêj bû”.

Hêjayî gotinê ye ku Fermandarê CENTCOMê di 15’ê Tebaxê de serdaneke 10 rojî ya Rojhilata Navîn bi dawî kir ku tê de serdanên şeş welatan û keştiya firokhilgir USS kirbû û ji nêz ve rewşa tîm û karmendên keştîyê şopand.

This item is part of
XS
SM
MD
LG