Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: USS George Washington Operasyonên xwe li Deryaya Erebî Berdewam Dike

USS George Washington
USS George Washington

Keştîya firokhilgir a Amerîkî "USS George H.W. Bush" (CVN-77) li Deryaya Erebî operasyonên xwe didomîne, ev yek jî di çarçoveya erkên Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) de ye.

CENTCOM'ê roja Yekşemê hijmarek wêneyên Keştîyê belavkirin. Keştîya firokhilgir bi 5,000 deryavanên xwe gihîşt Deryaya Erebî li Rojhilata Navîn da ku li avên nêzîkî Tengava Hormuzê bigerin.

Fermandar Kaptan Nicholas DeLeo ji Fox News Digital re got, "Moralê li ser USS George Washingtonê di nav deryavanên me de bilind dimîne. Fedakarî û xebata tîmê ya ku ez li seranserê keştîyê dibînim berbiçav e, û ev yek giyanê me amade dike û her tim em li ber xwe didin."

Ji alîyê xwe ve Fermandarê Koma Pêncem a êrîşa Rear Adm. Jeff Heames ji Fox News Digital re got, "Deryavanên me girîngiya mîsyonê fêm dikin û her roj bi duristî û profesyonelîzmê xebatên xwe didomînin."

Li gor CENTCOM'ê di nîvê meha Tebaxê de keştîya frokhilgir a USS George H.W. Bush gihîşte Deryaya Erebî daku cihê USS Abraham Lincoln bigire, di demekê de ku operasyonên dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê berdewam dikir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG