Walîyê eyaleta Utah ya Amerîka Gary Herbert, jiber belavbûna vîrusa korona derengîya Yekşemê rewşa awarte li wê istanê ragihand.
“Girêdayî rêjeya bilind ya pêketinên COVID li eyaleta me, min îşev biryara rewşa tengavî ragihand da ku em bikaribin bersîvdana vê krîzî bibin,” Herbert ji ser Twitterê got.
Wî dîyar kir ku bi wê biryarê ew ekonomîya xwe danaxin, lê ev pêngav jibo rizgarkirina jîyanan pêdivî ye.
Herbert da zanîn ku niha li seranser Utahê karanîna rûberkan mecburî bû û kombûnên civakî jî hatine sînor kirin.
Li Utahê heta niha bi giştî 132,621 bûyerên tûşbûna korona hatine dîtin û ji destpêbûna pandemîyê vir ve 659 kes ji COVID-19 mirine.