Qesra Spî roja Sêşemê ragihand ku Serok Joe Biden dê bo gelê Amerîkî li ser teqekirina Teksasê (Texas) peyvekê pêşkeş bike ku 14 zarok û mamoste hatine kuştin û ferman da ku alayê welat weke şîna qurbanî û birîndaran daxînin.
Peyvdara Qesra Spî Karine Jean-Pierre diyar kir ku Biden ji 'nûçeyên trajidîk' yên gulereşandina dibistana seretayî agahdar bûye û dê li gor agahiyên beرdrest bûyerê bişopîne.
Ev yek di twîtera fermî ya Peyvdara Qesra Spî Karine Jean-Pierre hatiye weşandin.
Daxuyanî dîsan dibêje, "Serok Biden ji bo malbatên ji bûyera hovane bandor bûne dua bike û wê îşev "dema vegere Qesra Spî" biaxive.
Bîden her wiha ferman da ku ala Amerîkî weke şîniya qurbaniyên bûyerê daxînin xwar.
Li bajarê Uvalde yê Teksasê, medyaya Amerîkî ragihand ku çekdarekî gule berdan dibistana Robb ya seretayî, 14 xwendekar û mamosteyek hatin kuştin.
Li aliyek din Ajansa Associated Press (AP) ji bajarê Uvalde yê Teksas ragihand ku Senatorê wîlayetê Roland Guterierrez daye xuya kirin ku polîsê bajêr ji wî re gotiye hejmara kuştiyan zêde bûye 18 zarok û di nava kuştiyan de dîsa 3 kesên gehiştî jî hene, êrîşkar jî mirîye.