Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêmên Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyê COVID-19 Belav Dibe


Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyê serjimarên dawî yên pêketinên vîrusa korona belav kirin û ragihand ku, di 24 demjimêrên borî de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 53 kes jî bi COVID-19 ketine.

Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistefa îro pênçşemê 27 Tebaxa 2020 amarên nû yên têkildarî belavbûna vîrusa koronayê belav kirin.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên Koronavîrusê yên 24 saetên derbasbûyî aşkera kir û da zanîn ku 53 kesên din bi Koronavîrusê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa piştrast kir ku kesên tûşbûyî 29 mêr û 24 jin in.

Li alîykî din , şana alozîyê ya bakûrê sûrîyê bo rêgirtina li hember vîrûsa koronayê îro pênçşemê ragihand ku qedexeya çûn û hatinê hat rakirin, her wisa daxwaz ji welatiyan hat kirin ku şert û mercên xweparastina ji vîrusa korona pêkbînin, ji mask û amadebûna li ciyên giştî û xwe ji qelebalixê dûr bixin.

Çîgira Hevserokatiya Desteya Tendirustiyê li bakurê Rojhilatê Sûriyê, Bêrîvan Derwîş ji Dengê Amarîka re behsa şert û mercên xweparastinê kirin û got ''Em Wek desteya tenduristiyê ji miletê xwe dixwazin ku girêdayî biryarên parastinê bin her wiha li saxlimî û tendurstiya xwe miqatebin''.

Qedexeya çûnûhatinê bandoreke nebaş li ser aborîya herêmê kirîye. Her wisa bi rakirina qedexeyê wê bi hezaran karmendên rêveberîyê vegerin ser karên xwe, dîsan karmendên karê rojane ewjî dê şên vegerin ser karên xwe, û bazar car dî bihên vekirin.

Welatî Îsa Muhemed yek ji hezarane ku karê rojane dike dibêje “Ji dema nexweşî belavbûye karê me sekinîye, helbet saxlemî ji kar ferztire, her kes divê ji aliyê xwe da, xwe biparêze, her wiha rêveberiya xweser divê alîkariyê bi xelkê re bike’’.

Li Bakurê sûrîyê, ji meha nîsanê ve heta niha 478 kes bi koronayê ketine, ku 28 kesan ji wan jiyana xwe ji dest dane.

Bi mebesta rêgirtina ber belavbûna vîrûsa korona hin tedbîr hatibûn raihandin, niha rêveberîya xweser tevî bilinbûna rojane ya pêketîyên vîrûsê qedexeya çûnûhatinê rakir, û banga vegera ser kar ya her kesî kir.

Raporta Zana Omer- Qamîşlo 27 08 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:57 0:00


XS
SM
MD
LG