Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Tendirustîya Îraqê Dibêje Amadekarîyên Pêşîgirtina Vîrusa Korona Xurt in


Piştî li welatê Çînê û bi taybetî li bajarê Wuhan vîrusa Korona hat dîtin û belav bû, heta niha gelek kes mirine û hejmara miriyan gihaye zêdetirî 300 kesan û hezaran kes jî nexweş ketine û li nexweşxanan tên çarekirin.

Saziyên navnetewî yên weke Saziya Cîhanî ya Saxlemiyê WHO û welatên cîhanê û wezaretên tendirustiyê piraniya welatan li cîhanê di amadebaşiyê dane bo rêgirtina li hember webaya heyî.

Welatên weke Îraqê, ku di rewşeke eweqas baş da nîne dema rastî wê vîrusa kujek bihê, herwiha gelek kampên penaberan lê hene û di şert û mercên xerab da dijîn, lewan her ji niha plan û amadekariyên pêşwext hene.

Peyvdarê Wezareta Tendirusî û Jîngeha Îraqê Sayif Al Badir di hevpeyvînekê de got, Îraqê hemî amadekarî standine û Şaneya kirîzê ya girêdayî Rêveberîya Saxlemî ya Giştî li Îraqê hatîye ava kirn, bo bersing girtina her bûyerek çaverê nekirî.

Sayif herwiha di axiftina xwe da zelal kir ku wan hevkarîyek baş li gel karbidestên Herêma Kurdistanê heye û tedbîrên baş stendine li hemî Firokxane û deriyên sinorî û mînayên avî.

Sayif dide zanîn ku heta niha ti haletek gomankirî ya vîrusa Korona li Îraqê nehatîye tomar kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:38 0:00


XS
SM
MD
LG