Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tûşbûyên COVID-19 li Bakurê Rojhilatê Sûriyê ji 7 Hezaran Derbaz Dibe


Qedexeya derketinê li bajarên bakurê Sûriyê

Roja Yekşemê qedexeya çûnûhatinê ya giştî li bajarê Qamişlo ket roja çaremîn de ku birîyare heya 10î heyva 12an berdewam bibe.

Li gorî berpirsên saxlemîyê li bakûrê sûrîyê ev birîyar hat, piştî zêdebûna hejmara tûşbûyên COIVD 19 li bajarên Qamişlo , Reqa û Tepqayê. Ku li hersê bajaran qedexeya çûnûhatinê hatîye ragihadin.

Roja 25 ê vê mehê Şaneya kirîzê ya Rêveberiya Xweser Karantîna Giştî ya di derbarê belavbûna vîrusa Koronayê de ragihand.

Çîgirê Hevserokatiya Desteya Tenduristyê ya herêma Cizîrê Mihemed Xelef ji Dengê Amarîka re ragihand ku pêketîyên koronayê li Bakûrê Sûrîyê nêzî 7 hezar kes dibe.

Li alîyekî din, welatî dibêjin ku qedexeya çûnûhatinê rê li ber belavbûna COVID 19 digire, lê li alîyekî din alozîya abûrî ji ber rewşa li sûrîyê girantir dike, û bi taybetî bandorê li ser xwedîyê dahatîyên sînordar û karmendên rojane dike.

Ehmed Hisên xwediyê firoşgehekê ye dibêje, ku rojane ew zirarê ji qedexeya derketinê dibînin, û hejarî û xêzanî zêde dibe.

li gorî şaneya alozîyê ku li bajarên, Qamişlo, Dêrik, Hesekê, Kobanîyê û Reqa Pêketiyên covid-19 bi ritmeke bilez zêdebibin, tevî bandorên wê yên aborî ku hene, lê ew neçarin ku mercên xweparastinê ji vîrusa korona cîbicî bikin.

Li alîyekî din, bazirgan gazinan dikin ku biryar û rêgiriyên li hember belavbûna COIVD-19 ji alîyê rêveberîyê ve bi rengekî awarte derdikevin bêyî ku berîya cîbicîkirinê werin agahdakirin.

Bazirgan Ezîz Emîn dibêje, girbestên radestkirina kelûpelan bi biryarên awarte tên xerakirin û ev bandoreke neyênî li ser sermayê wan dike.

Li gorî şopîneran ku hejmarên niha yên pêketinên COIVD 19 li bakûrê Sûrîyê ji hejmarên rast zêdetirin, lê pirranîya tûşbûyan serlêdana navendên saxlemîyê nakin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00

XS
SM
MD
LG