Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emine Esmer di Dêma Korona de Tundîtujîya Dijî Jinan Zêdetir Bûye


Li Dîyarbekirê xwepêşandana jinan,2019

Her ku pevajoya tedbîr û qedexeyên bi sedama vîrusa korona berfireh dibe, bandorên wê yên zayendî jî dest pê kir ku balê bikişîne. Ragihandina medyayê û raportên rêxistinên jinan û sivîl yên navneteweyî , di derbarê tundûtûjiya dijî jinan de wêneyek xeter dıde berçavan.

Li gor raporta UN Women ya di derbarê tundûtûjiya li dijî jinan di dema koronavirusê de hatiye amade kirin, li Fransayê tundûtûjiya nav malbatê ji% 30 zêde bûye. Li Qibrisa Başûr û Sîngapûrê, bangewaziya jinan ya bo alîkarîyê ji % 30 û 33% zêde bûye. Arjantîn diyar kiriye ku tundûtûjiya nav malê tê ji% 20ê zêde bûye.

Li gor raportên hikûmetan, parêzvanên mafên jinan û rêxistinên sivîl, jiber zêdebûna tundûtûjiya nav malê daxwaza jinan ya bo stergehan li Kanada, Almanya, Îspanya,Brîtanya û Amerîka zêde bûye .

Li Tirkîyê, li gor pêzanînên rexistinên jinan, di Adarê'de 29 jin hatine kuştin jin û 9 jin bi rengekî gumanbar mirî hatine dîtin.

Revebira Komela ya Jinan Rosa ya li Amedê Emine Esmer di hevpeyvîna xwe ya bi Dengê Amerîka de dibêje ku jin dema vê vîrusa korona de, ji alîyê derûnî,fîzîkî,aborî , civakî de 2 -3 qat zêde bûye.

“Berî derketina vîrusa korona jî hemî cûreyên tundîtujîya li dijî jinan berdewam dikir. Lê, bi pêvojaya vîrusê li ser jinan ji alîyê derûnî, fîzîkî, aborî ,civakî de 2 -3 qat zêde tundîtujîyek kût tê meşandin.”

Emine Esmer balê dikşine ku bi polîtîkayên zordest ve carek din dixwazin jinan bidin pelçiqandin û di hindirê malê de bidin fetisandin.

“Vê demê wekî derfetek bi kar tînin. Ji 11'ê heta niha nêzîkî 30 jin hatine kuştin. Ev tenê tundîtujîya fîzîkîye, cûreyên din bi piranî weşartîn e. Ev qatliam e.”

Herwiha Esmer bi bir dixine ku nasnemaya zayenda jinan armanc e û girînge ku tevahîya jinan bi hevre tekoşin bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:08:27 0:00


XS
SM
MD
LG