Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Cizîrê 4 Kes Tûşî Vîrusa Korona Dibin


Bazarekê bajarê Qamîşlo

Îro danê êvarî, li bajarê Qamişlo desteya saxlemîyê ya bakûr û rojhilatê sûrîyê ragihand ku 4 kes bi vîrusa korona ketine.

Dr. Ciwan Mistefa di kongirekî rojnamevanî de ku berîya demek kin encam da got, 3 kes li Qamişlo û kesek li Hesekê têsta wan positiv derketîye û rastî vîrusa korona hatine.

Dr.Ciwan Mistefa
Dr.Ciwan Mistefa

Mistefa diyar kir ku rêveberîya xweser dê tevahiya tedbîran pêwîst bistîne, da ku rê li pêşiya belavbûna koronayê li herêmê bigire.

Hêjayî gotinê ye ku, meha derbasbûyî, rêveberîya xweser qedexeya çûnûhatinê ya di çarçoveya rêgirtina li hember belavbûna vîrusa koronayê bigire ragihandibû, pişt re qedexe hatû hilandin.

Niha rêveberîya xweser dûbare dê tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê car dî di berçavan re derbaz bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:56 0:00


XS
SM
MD
LG