Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Avusturya Jibo Êrîşa Çekdarî 18 Kes Hatine Girtin


Polîsên Avusturya, Mijdar 2, 2020

Li herema navendî ya bi navê Schwedenplatz ya Vîyana ya paytexta Avusturya duh (3 Mijdar) ji hêla kesek cîhadî ve êrîşêk çekdarî pêk hatibû. Di encama êrîşê de 4 kes hatibû kuştin û 22 kes jî bîrîndar bûbûn.

Polîsê Avusturya îro Çarşemê bi armanca ser îhtîmala têkîlîyên bi êrîşkar re li dijî 18 avahîyan operasyoneke pêk anî û herwiha 14 kes dester kir.

Êrîşkarê cîhadî ku ji hêla polêsan ve hate kuştin, berî salekê ji girtîgehê hatibû berdan.

Nasnameya êrîşkar wek KujtimFejzulai yê 20 salî ku li Avusturya ji dayîk bûye û hevdem xwediyê netewa Makedonya ya Bakur bûye, hat dîyar kirin.

Ev bûyera kujer, li Vîyana êrişa yekê ya bi vî rengî ya mîlîtanî ya di nifşek de pêk hatibû ye û hikûmeta Avusturya soza bersîv û çalakîya bihêz da.

Serokwezîr Sebastian Kurz di axaftineke neteweyî êrîş wek terora Îslamî binav kir û ragihand ku ewê bi hemî hêza xwe nirxên xweyên bingehîn, awayê jîyana xwe û demokrasîya xwe biparêzin.

"Emê sûcdaran bibînin û bigirin, yên li pişt vê êrîşê û hevalên wan in û hevkarên in ewê werin pêş pîvana dadmendîyê. Emê bi hemî derfetên xwe li pey wan kesên ku têkiliya wan bi vê nefretê heye re bikin, " Kurz got.

Hevdem, polîsên Swîsre roja Sêşemê li nêzê bajarê Zurîh 2 kes di çerçova lêpirsîna pêywendîyên bi êrîşkar de,desteser kirin.

Serokwezîr Sebastian Kurz piştre ji televîzyona ORF re axifî, Kurz ji neteweyên Ewrupî xwest ku dijî terorê çalakiyek bi biryartir bikin.

Kurz piştra ji weşanxana ORF re axifî, Kurz ji neteweyên Ewropî xwest ku li dijî terorê çalakiyek bi biryartir bikin.

"Divê em şansê entegrasyonê bidin her kesê ku dixwaze entegre bibe, lê divê em di heman demê de eşkere bikin ku nirxên me yên bingehîn nayên danûstandin in," wî got.

Êrîşa Vîyana li dû êrişên kujer yên vê dawîyê yên ji hêla êrişkerên Îslamî yên tenê li bajarên li Nice û Parîsê yên Fransa pêk hatibû.

Herwiha gelek Misilman jiber weşandina karîkaturên Pêxember Mihemed li Fransa aciz bûne.

Li Parîs, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron seredana Balyozxaneya Avusturya kir û bi Almanî peyamek sersaxiyê nivîsî.

"Di şahî û xemgîniyê de, emê yekgirtî bimînin," Macron got.



XS
SM
MD
LG