Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çaryekek ji Cîhanê Heta 2022an Wê Nikarin Vaksîna Covid-19 Wergirin


A dose of the coronavirus disease vaccine is prepared at UW Health in Madison, Wisconsin, Dec. 14, 2020.
A dose of the coronavirus disease vaccine is prepared at UW Health in Madison, Wisconsin, Dec. 14, 2020.

Di yekem vaksînên Covid-19 li Amerîka, Canada, û Brîtanya ten belav kirin, le belê li gor lekolîneke nû nezîkî çarikek ji hijmara dinyayê çavlereyê ku heta di sala 2022an wê nikarin vaksîne peyda bikin.

Kapasîteya çekirina vaksînan bo hemû dinyayê niha ne pekan e.

Ji ber ku welatên dewlemend bi kompanîyên dermanan peyman imze kirin bo ku piranîya vaksînan berê ku hate çekirin bikirin, vaksînê ku niha tên belav kirin herî pêş heqê wan e.

Di heman demî de hewldanên bo peydakirina vaksînê ji bo devletên ku ekonomîya wan ne baş in çedibin. Le Şewirmenda rexistina Diktorên Bê Sinor, Kate Elder dibeje:

“Piranîya hîkûmetan li herî hejartir deverên dinyayê pir metirsîdarin ji ber ku pîranîya vaksînan niha di welatên dewlemend de te bikaranîn ku heta niha ne dîyare ku vaksîn kengî li welatên wan de were belav kirin”

Hefteya borî, vaksîna kompanîya biotek û dermanan Pfizer û BioNTech li Brîtanyayê vaksînên Covid-19ê belav kirin. Her wiha, roja Dûşêmê yekem karanîna vaksînan ya li Amerîka û Canada despê kir. Karanîna yekem vaksin li New Yorkê bi karmendeke saxlemîyê ya bi navê Sandra Lindsey destpê kir.

Belavkirina vaksîna dûyem ji kompanîya biotek ya Moderna çavlereye ku we heftê ji alîye Reveberîya Xwarin û Dermanan ya Amerîkî were pejirandin.

Rexistina Sexlemîya Cîhanî ew her dû vaksînan teftiş dikin. Hejayî gotine ye ku vaksîna seyemîn jî, ji alîyê kompanîya dermanan ya AstraZeneca û Zanîngeha Oxfordê tê çekirin.

Tewî ku ew vaksîn û vaksînên din ku niha tên çekirin ne amede ne, çend welatên dinyayê peymana bi mîlyar dolaran pera imze kirine ku ew vaksînan dema ku amede dibin, bikirin.

Hejayî gotine yê ku pîranîya ew devletên ku wan peymanan imze kirine ji ekonomîyên herî baş in, lê belê hijmara wan ji %14 hijmara hemû dinyayê ye. Di demekê de ku welatên wekî Canada û Amerîka karîne ku vaksînên zedê peyda bikin, welatên wekî Brezîlya û Endonezya heta niha vaksînên ku terê nîvîya hijmara wan bike, peyda nekirine.

XS
SM
MD
LG