Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî Dixwaze Amerkî Xwe Dijî COVID Vaksîn Bikin


Kordînatorê COVID-19 yê Qesira Sipî Dr. Ashish Jha îro Pêncşemê got ku bi hatina payîzê ewê vaksîna nûkirî ya xurtker pêşkêşî bîragiştî bikin.

“Em çaverê dikin ku ev vaksînên nû parastineke hîn xurt peyda bikin. Armanca me ew e ku hemwelatî ek derzîyên din yên normal vê vaksînê li xwe bidin.”

Dr. Jha got ku awayê nû ya vaksîna xurtker wê di dema zivistan û sermayê de parastineke baştir peyda bike.

Wî ji hemwelatîyan xwest ku di demeke zû de, berî destbûna demsala nexweşîyê zivistanê de xwe vaksîn bikin.

Bi vê bizava nû Qesira Sipî hêvî dike ku kesên ku berê ji vaksînan dûr sekinîne qane bike ku xwe vaksîneke nû li xwe bixin ku vê dawîyê hatibû pejirandin.

Kompanîya Pfizer û Moderna vaksînên nû amade kirine ku dijî cureya omicron ya vîrusa korona parastinê çêdikin.

Çavkanîyên saxlemîyê dibêjin ku hikûmeta Amerîkî 170 mîlyon dozên van vaksînan kirîne ku bi belaşî raberî hemwelatîyan bike.

XS
SM
MD
LG