Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dê bi Şêwirmendê Sereke yê Vaksînê re Bicive


Moncef Slaoui

Washington - Şêwirmendê sereke yê vaksînê li Amerîka Yekşemê 6ê Kanûnê ragihand ku wan plan kirîye vê hefteyê di çarçova hewildanên vaksîna li dij virusa korona de hevdîtinê li gel Serokê Amerîka yê hilbijartî Joe Biden encam bide.

Da ku danûstandinê derabrê belavkirina vaksîna li dij COVID-19 bikin, ku bo yekem car li dawiya vê mehê dê pêşkeşî Amerîkiayn bihê kirin.

Şêwrirmendê sereke Moncef Slaoui yê operasyona belav kirina vaksîna vîrusê beşdarî di bernama "Face the Nation" yê kenalê CBS de kir û got heta niha serokê hilbijartî Joe Biden nedîtiye, û wî plana rêveberiya serok Trump ya belav kirina vaksînê rexne kir.

Moncef Slaoui di hevdîtina bi CBS re got "Em bi rastî li bendê ne, jiber ku bi şêweke rastîn û goncayî her tişt li gorî plana me pêk tê".

Li aliyek din rexne li civîna girseyî ya roja Şemiyê ya serok Donald Trump hatin girtin, piştî ku li bajarê Valdosta yê eyaleta Georgia di çarçova kampeyna hilbijartinên senatê de û weke piştevanî bo herdu berbijarên komarî, David Perdue û Kelly Loeffler, peyvek pêşkeş kir, ku girseya gel ya amade nêzîke her hemû di bê mask bûn û pêgirî bi dûrbûna civakî nekir bûn, ev di demekî de pêkhat ku pêla belavbûna vîrusa korona li Amerîka di zêdebûnê de ye.

XS
SM
MD
LG