Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Karê 3 Hezar Xebatkarên Saxlemîyê jiber Dijberîya Vaksîna COVID Hate Cemidandin


Kesên ku dijî vaksînkirina mecbrî xwepêşan dikin (11/09/2021 Toulouse, Fransa)

Hikûmeta Fransî îro Pêncşemê ragihand ku karê nêzî 3,000 xebatkarên saxlemîyê hatiye cemidandin, piştî ku wan di dema dîyarkirî de vaksînên mecburî li xwe nedan.

Wezîrê Saxlemî yê Fransî Olivier Veran got ku piranîya wan kesên ku hatine ragirtin, ne karmendên bijîşkî ne, lê di karên piştgir de dixebitîn.

Wî got ku hejmara kesên cemidandî ji hejmarên pêşbinkirî hindiktir e.

Veran da zanîn ku ji 2.7 mîlyon xebatkarên saxlemîyê tenê jimareke biçûk jiber biryara vaksînkirina ya mecbur dest ji kar berdane.

Hikûmeta Fransî biryar derxistibû ku divê hemî xebatkarên sektora derziya dijî COVID-19 yan jî bê ku diravê wergirin ji kar dûr bimînin.

Tevî ku piranîya gelê Fransî piştgirîya biryarê dike, hejmarên biçûk yên dijberên vksînkirinê bi xwepêşandanan nerazîbûnên xwe dîyar dikirin.

XS
SM
MD
LG