Kompanîya dermanan ya Brîtanî, AstraZeneca ragihand ku vaksîna dijî vîrusa korona dê laşê mirovan bi qasî salekê ji vîrusê biparêze.
Li gor nûçeya Reutersê, CEO’yê AstraZeneca Pascal Soriot da zanîn ku ew bi hevkarîya Zanîngeha Oxfordê perpûnê li ser mirovan diceribînin.
‘’Em dibêjin ku ew vaksîn dê bi qasî salekê berevanîyê çêke. Ger her tişt rêkûpêk here, emê di Tebax – Îlonê de bikanibin bigehijin encamên ceribandinên klînîk.”
Soriot da zanîn ku ewê di meha Cotmehê de dest bi belavkirina perpûnan bikin.
AstraZeneca roja Şemîyê dîyar kiribû ku wan bi Holanda, Fransa, Almanya, Îtalya re peyman îmza kiribû ku 400 mîlyon vaksînan bide Yekîtîya Ewrupa (YE).
AstraZeneca berê jî dabû zanîn ku wê bi Amerîka û Brîtanya re jî peyman îmza kirine.