Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Wê Pirtir Vaksînên COVID-19 yên Pfizerê Bikire


Amerîka hewl dide ku bi dehan milyon dozên vaksîna Covid-19 yên kompanî ya Pfizerê bi zedê bikire. Li şûna stendina vaksinên zedê, Amerîka ji dikare alîkarîya kompanîya dermanan ya Pfizere bike ku kompani behtir bikarê alavên çekirina vaksînan peyda bike. Bi wî avayî we Amerîka bikare hemû hemwelatî yên xwe vaksîn bike.

Ew kesê ku ji gotûbejên di navbera Amerîka û Pfizerê agahdar e, nexwestîye navê xwe dîyar bike le ji Ajansa Associated Press rê roja Seşemê da zanîn ku rekeftina di navbera Amerîka û Pfizer bi demekê nêz de encam bide.

Vaksîna Pfizer bû yêkem vaksîn ku belavkirina wê ji aliye Reveberîya Xwarîn û Dermana Amerîkî (FDA) hat erê kirin. Niha vaksînekê din ku ji alîye kompanîya Moderna û zanyarên Enstîtûya Sexlemî ya Netewî hat çekirin li benda erêkirina FDAe ye.

Vaksîna Moderna bi hewldana hîkûmeta Amerîkî di çarçoveya însîyatîfa Operation Warp Speed ve hatîye çekirin.

Yaseyêke Amerîkî ji dema Şera Korêye destûr dide hîkûmetê ku di rewşa avarte de bikare rekeftinên bi wî avayî bi kompanîyên şehsî çeke ku alaven krîtîk çekin.

XS
SM
MD
LG