Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vaksîna Pfizer ya COVID-19 bo Zarokan Amede Ye


Komeke pisporên Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Amerîkayê (FDA) vaksîna COVID-19 ya Pfizerê bo zarokên ji temenê 5 heta 11 salî pêşniyar dikin.

Tê çaverê kirin ku FDA biryara xwe di nav çend rojan de bide. Ger çavdêr qebûl bikin, vaksînkirina zarokan dikare hefteya bê destpê bike.

Li gor kompanîya ku vê vaksînê çê dike, zarokên biçûk wê sê yeka derzîyên vaksînê wergirin ku mezin werdigirin.

Li gor encama lêkolînekê, vaksîna zarokan ji %90 çalak e bo pêşîgirtina nexweşiya vegir.

XS
SM
MD
LG