Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seywan Saedian: Sêva Mêxekrêj Nîşana Evîndarîya Kurdî Ye


Seywan Saedian

Seywan Saedian hunermendekî kurd destrengîn e, ku ji peykersaziyê ta girafîk û sînema xebatên xwe dike.

Ji sala 2004an ve, Seywan dest bi piroja xwe ya bi navê Sêva Mêkerêj kir ku bi pêrformansekê ew pêşkêş kir û wisa li Herêma Kurdistanê salane ev piroje bi awayekî hunrî belav kir , ku ev sembola evîndariya kurdî ya kevin, careke din vejîn kir û xist rojevê.

Seywan di sala 1972an de ji dayik bûye.

Ji ber çalakî û xebatên wî yên hunerî, ew koçberî herêma kurdistana Iraqê bû û demek dirêj li wir jiya û xebatên xwe yên hunerî di warê, peykersaziyê , şêwekarî, wênekêşan û nivîsandin û hinî din jî berdewam kir.

Her wiha jî ew li bajarê Amedê çend salan jiya û berhmên xwe li gellek bajaran li Tirkiyê nîşan da.

Nuha li Swêdê dijî, û bi hevjîna xwe re hunermend Runak û kurê xwe Pasarî , çend xebatên hevbeş pêşkêş kirin wek hunera malbatî.

Seywan ji sala 2004an ve , ew diyariya dayika xwe (Sêva Mêxekrêj) kir pirojak hunerî û ta roja îro li ser kar dike, ku wî li bajarê Silîmaniyê, Hewlêr, Amed, Istanbûl, Stkholim, London û hin bajarên din belav kir û ev kevenşopiya kurdî carek din vejîn kir.

Sala 2022an jî Seywan xebatek hevbeş bi çend bajaran re kir da ku "Valentina Kurdî" wek ew nav lê dike, belav bike û wek sembola kurdî ya evîndariyê bide nîşan.

Gellke caran jî hin kesên din xwestine ku vê pirojê bi navê xwe belav bikin yan jî bo bazarganiyê bikar bînin, lê Seywan ew yekê tekez dike ku ev piroja ya wî ye û bi salan li ser xebirtiye û divê ku rêz û mafgirtin ji vê xebatê re bê kirin .

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00

XS
SM
MD
LG