Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştvanên Wanê Dixwazin Hejmara Firînan Zêde Be


Bajarê Wan
Bajarê Wan

Li bajarê Wanê kêmbûna seferên balafiran bû sedema nerazîbûnan. Berîya pandemîyê li firîngeha Ferît Melen ya Wanê rojê herî kêm 22 firîn pêk dihatin, lê niha rojê nêzî 7-8 firîn tenê pêk tên û ev yêk bû sedema nerazîbûnan.

Herwiha wek sedemek din ya kêm bûna seferan jî ketina firoka bi tîpa Boeing 737 max ya li Çînê tê nişandan ku piştî wê bûyerê kompanya Turkish Airlines karanîna balafirên bi heman awayê sekinandine.

Firîngeha Ferît Melen ya Wanê
Firîngeha Ferît Melen ya Wanê

Lê, serokê Yekîtîya Acentayên Rêwîtîyê yên Tirkîyê (TURSAB) yê Herêma Rojhilata yê Anatolî Cevdet Ozgokçe dibêje ku tevî dawîbûna pandemîyê niha li Wanê, ku nîfûsa wê ji mîlyonekê pirtir e, tenê 7-8 sefer hene.

“Wek mînak serjimara Erziromê 650 hezar e, par di demsala havînê de rojê 30 sefer pêk dihatin. Dîsa Trabzonê ku serjimara wan 670 hezar e, rojê 44 firîn pêk dihatin. Serjimara bajarê me mîlyonekê borîyê û du qatê van bajara ye. Lê tenê 7-8 firîn hene û di nava wan de em tene bo 50-70 rêvingan kursîyên vala dibînin jiber ku kursîyên din bo polîs, leşker û hêzên çekdar yên Tirkîyê tên veqetandin,” Ozgokçe got.

Xudanê kompanîya Haldî Turîzm, Murat Beyaz, ku ew rêberê gerokan û biletên firokan difiroşe, dibêje ku kêm bûna balafiran bi her alî ve zarar dide rûniştvanên bajêr û rêvingên ku dixwazin werin Wanê.

“Wan ne bajarekî biçûk e û nîfûsa wê zêde dibe. Nexweşxaneyên vê derê têra rûniştvanên bajêr nakin û ew jî bo saxlemîya xwe bi balafirê dixwazin diçin Stanbol û Enqerê. Jiber ku bo nexweşekê rêwingîya bi otobûsê ya 24 saetan pir zehmet e.”

Beyaz dide zanîn ku her sal hejmareke gerokên derveyî welêt, ku piranîya wan welatîyên Îranî ne, tên Wanê û ji vê derê dixwazin herin bajarên din yên Tirkîyê.

“Em wek sektora turîzmê neçar in ku karê xwe bikin û ji her deverê Tirkîyê, Ewrupa û welatên din gerokan bînin bajêrê xwe. Eger gerok neyên, wê çaxê em nikarin debara xwe pêk bînin. Niha li bajêr nêzî 70 dikanên turîzmê hene û rojê tenê 2-3 biletan difiroşin. Bi vê rewşê xwedîyên dikanan neçar in ku karkerên xwe ji kar derxinin.”

Parlamanterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Murat Sarisaç jibo bal kişandina ser kêmbûna seferên firokan û buhabûna biletan bi rêya meclîsa Tirkîyê ji Wezîrê Veguhastin û Binesazîyê Adîl Karaismailoglu pirsî, lê wî heya niha bersîva Sarisaç nedaye.

Ji alîyê din ve me xwest ji rêvebirê Balafirxaneya Ferît Melen ya Wanê, van mijaran bi pirsin lê jiber ku ew li behnvedanê bû sazîyê ti agahî parve nekir.

AA_06_17_22_Wan_Pirsgirêka_Firînan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:29 0:00

XS
SM
MD
LG