Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanekî Wanî jiber Belavkirina Nûçeya Destdirêjîya Zarokekê Rastî Lêpirsînê Hat


Bajarê Wan
Bajarê Wan

Li Wanê rojnamevan Oktay Candemîr jiber ku raportek li ser destdirêjîya dîjî zaroka 16 salî belav kir, derheqa wî de lêpirsîn hat vekirin û bi îdiaya 'balevkirina agahîyên derew' hat sucdar kirin.

Candemîr li ser îfadeyên zaroka bi navê Y. raportek amade kiribû ku di wê raportê de hatibû îdia kirin ku mamosteyê wê yê sporê ew di 2019’an de fêrî madeyê hişbirê kiriye û piştre jî ew bi awayekî sistematîk bo destdirêjîyê pêşkêşî 40 kesan ku hêzên ewlekarîyê, karmendên dewletê û sîyasetvan jî di nav de bû, hatiye kirin.

Li ser vê raportê Rêvebirîya Ewlehîya bajarokê Begirî (Muradîye) bi daxuyanîyeke nivîskî ev îdia red kir.

“6 kes li ser wê mijarê hatine desteser kirin û ji wan 4 kes hatine zîndan kirin. Heman sazîyên dîyar kir ku wan derheqê kesên agahîyên derew belav kirî de lêpirsîn dê bidin destpê kirin.”

Candemîr got ku rêvebirîya ewlehîyê bi vê daxuyanîyê bûyera destdirêjîyê piştrast dike, lê derheqê wan de lêpirsîn vedike.

“Eger ku di nava vê bûyerê de tenê 6 kes hebin, çima piştî nûçeyê bîryara nepenîyê danîn ser doza destdirêjîyê.Bi vê bîryarê dide nîşandan ku dixwazin hin tiştan ji bîragiştî veşerin. Lê, keça rastî destdirêjîyê hatî li rêvebirîya ewlehîyê navên hemîyan dane. Herwiha ew dibêje mamosteyan jî destdirêjîya wê kirine. Ma ew jî ne karmendên dewletê ne?”

Candemîr dida zanîn ku li Tirkîyê û bi taybet li Kurdistanê destdirêjîya zarokan zêde bûye û wî sedema vê yêkê ji cezanekirina sucdaran nîşanda. Ew dibêje ku bi taybet dema sucdar karmendekî dewletê an jî endamek terîqatekê be, ew tên parastin.

Ji alîyê din ve parlamantera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Muazzez Orhan Işik, bi rêya meclîsê ji Wezîra Polîtîkayên Civak û Malbatê Derya Yanik pirsnameyek şand û bal kişand ser zêdebûna bûyerên destdirêjîya zarokan.

Wê ji Yanik derheqê bûyera li Begirî agahî xwest û ji wê pirsî ku helwesta wezaretê ya hemberî wê bûyerê wê çi be.

Li gor daneyên malpera Bianet di 2022’an de 327 zarok rastî destdirêjîyê hatine û 39 zarok jî hatine kuştin.

AA_01_16_2023_Oktay Candemir
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:28 0:00

XS
SM
MD
LG