Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîtîya Wanê Dîsa Xwepêşandana İHDê Asteng Kir


Li Wanê hêzên ewlekarîyê vê heftîyê jî bi sedema qedexekirina walitîyê, destûr neda xwepêşandana Şaxa Komela Mafên Mirovan (İHD) a Wanê û nehîşt ku xwepêşandan ji avahîya komalê jî derkevin.

Şaxa İHD a Wanê ev 3 hefte ne bo piştgirîya çalakîya ‘Dayikên Şemîyê’ hewil didin ku her roja Şemîyê xwepêşandan li dar bixin û desteserkirina Dayikên Şemîyê yên li qada Galata ya Stanbolê şermezar bikin.

Lê Walîtîya Wanê, rojekê berîya xwepêşandanê bi daxwuaynîya nivîskî radigihîne ku ew bo astengkirina bûyerên terorî û bi îdiaya parastina mafên microvan, rojên Şemî û Yêkşemê hemî xwepêşandanan qedexe dike.

Bi vê biryara walîtîyê, hêzên ewlekarîyê duh Şemîyê dîsa destûr neda endamên Şaxa İHD a Wanê ku derkevin ber derî û daxuyanîyê bidin dezgehên ragihandinê. Herwiha hêzên ewlekarîyê nehişt rojnamevan jî ji avahîya komalê derkevin.

Rêvebirê İHD a Wanê Yusuf Aydin dibêje ku biryara walîtîyê dijî qanûna bingehîn e û bi vê biryarê, mafê azadîya ramanê tê binpêkirin.

Aydin got, “Biryara ku Walîtîya Wanê daye ne qanûnî ye. Armanca wan ew e ku dengê Dayikên Şemîyê dernekeve û di nava civakê de neyên dîtin. Li vî welatî hezaran kuştîyên nedîyar hene. Dewlet naxwaze ku berpirsyarên kuştinan werin naskirin. Jiber vê jî, van çalakîyan asteng dikin.”

Aydin bi bîr dixe ku Dayikên Şemîyê, ev 28 sal in, jibo naskirina kujerên zarokên xwe û peydakirina windayên xwe, bi awayekî heftane, di nava çalakîyan de ne.

“Em wek İHDê ji destpêka çalakîyên Dayikên Şemîyê ve, piştgirîya wan dikin û emê berdevam bikin. Navenda me biryar da ku em wek şaxa İHD a Wanê jî dê her heftîyê bi xwepêşandan piştgirîya Dayikên Şemîyê bikin,” Aydin got.

Hêjayî gotinê ye ku çalakîyên Dayikên Şemîyê ji sala 1995’an ve, her heftîyê roja Şemîyê li qada Galata ya Stanbolê tê lidarxistin. Ew daxwaza tarmên zarokên xwe yên winda û cezakirina kujeran dikin.

Raporta Deng/Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:28 0:00

XS
SM
MD
LG