Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî Dibêje Wê "Dijî Darbeyê YSK’ê" li Wanê Serladana Pêdaçûnê Bike


DEM Parti
DEM Parti

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) îro Sêşemê bi daxuyanîyeke nivîskî biryara Lîjneya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya betalkirina mafê şarêdarîyê yê berbijarê xwe Abdullah Zeydan li Wanê i daxuyanîyên ser hev bi aweyekî tund rexne kir.

DEM Partî ragihand ku Zeydan hemû peyvajoyên qanûnî bi cih anîye û serî li YSK da û berbijarîya wî ji alîyê YSK'ê ve hat pejirandin, û di hilbijartinên di 31’ê Adarê de de, bi piştgirîyeke mezin ya gelê Wanê hatiye hilbijartin.

"Lê, di 29’ê Adara 2024’an de roja Înê pênc deqeyan beriya bidawîbûna rojê û du rojan berîya hilbijartinan, Wezareta Dadê bi biryar û nameyeke revebirî dijî mafên Zeydan sêrladana qedexekirînê daye, ku wî di 2022’an de hemû mafên xwe bi fermi paşve wergitibû û herwiha ji hemû kontrolên qanûnî derbaz bûbû, " DEM Partî got.

DEM Partî got ku serdozgerîyê rayedar li ser vê nîvîsa Wezareta Dadê serî li dadgehê daye, ku hemam dadgehê berê heman mafên Zeydan yên hilbijartinê erê kiribû û paşde dabû wî.

"Dadgehê di heman rojê de, biryara xwe ya berê, paşde dayîna mafên hilbijartinê betal kir. Bêyî ku biryarê di dadgehên bilindtir de erê bike, yanî mafê pedaçûnê were kar anîn, yekser mijar hat veguhestinê YSK’ê," DEM Partî ragihand.

DEM Partî eşkere kir ku dadgehê biryara xwe binpê kiriye û ev kiryareke tunehesibandina vîna gel e û bang li hikûmetê û kir ku rêzê li şaredarîya Zeydan bigire.

"Abdullah Zeydan Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Wanê ye. Em bang li her kesî dikin ku rêzê li vê rastîyê bigirin. Xala herî serekî ya demokrasîyê, rêzgirtina vîna gel e. Em bang li desthilatîyê dikin ku rêzê li îradeya gel bigire!"
"Em hişyarîyê didin kesên ku hewl didin ku dest bidin ser vîna gelê me!” DEM Partî got.

Di daxuyanîye din ya cuda de jî DEM Partî biryara YSK’ê ya îro wek bi fermana hikûmetê li dijî vîna gel darbe kir hikûmetê li dijî vîna gel darbe kir bi nav kir.

“Lijneya Hilbijartinê ya Wanê bi fermana hikûmetê i dijî vîna gel darbe kir û biryar da ku belgeya hilbijartinê bi awayekî ne rewa bide Abdulahat Arvas y AKP’ê, “DEM Partî got.

DEM Partî dîyar kir ku tevî biryara YSK’ê hê pêyvajoya qanûnî bi dawî nebûye û wê sêrlêdana pêdaçûnê bike.

“Li dijî vê darbeya dijî vîna gel, parêzerên me wê sibê belgeyên pêwîst pêşkêş YSK’ê bikin. Emê bikin, “ DEM Partî got.

DEM Partîyê herwiha destnîşan kir ku wê heya ku vê têkoşîna xwe bidomînin.
“Heta ku em vê darbeyê pûç bikin û bi gelê xwe re ya me bi dest bixin, em ê têkoşîna xwe bidomînin," DEM Partî got.

YSK’ê îro red kir ku belgeya mafê hilbijartinê ya berbijarê hevbajarvanê bajarê mezin yê DEM Partî Abdullah Zeydan radest bike.

YSK li şûna Zeydan, li şûna Zeydan, berbijarê AKP’ê Abdulahat Arvas wek serketîyê hilbijartinên bajarvanîya Wanê were erkdar kirin, jiber ku wî piştî Zeydan herî zêde deng bi dest xistiye.

Zeydan li Wanê 245 hezar û 575 deng (% 55.5), berbijarê AKP’ê Abdulahat Arvas jî 120.147 hezar û 802 deng wergirtin.

Herwiha, piştî fermana YSK’ê aligirên DEM Partîyê li Wanê û gelek bajarên din dest bi xwepêşandanan kirine ku hê jî didomin.

Hejayê gotinê ye ku karbidestên hikûmetê yan revebirên AKP’ ê heya niha ser vê bûyerê ti daxuyanî nedane.

XS
SM
MD
LG