Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biryara Doza Van TV Eşkere Bû


Ji rûniştina doza xebatkarên Van TV’yê ku bi îdîya “propagandaya rêxistînê kirinê” li Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê dihatin darizandin, bîryar derket.

Dadgehê derheqê rojnamevan Serdar Altan, Gulsun Altan, Kadîr Cesur û Sîbel Eres de bîryara beratê da û doza ku dijî rêvebirên televîzyonê Kocali Ozîpek, Nedîm Dalga û Gurcan Bardakçî jî betal kir.

Lê dadgehê pêşkêşvana televîzyonê Nahîde Aslan bi îdîya “propagandaya rêxistînê kiriye” salek û 6 mehan bi cezayê zîndanê ceza kir û ev ceza jî paşve da.

Parêzerê Ersîn Bîlîcîk pişrtî rûniştina dozê bo me axift û got ku ew li benda bîryarek wiha bûn, jiber ku di dosyayê de tiştê ku bibe suç tune bû.

“Di despêka dozê de dîyar bû ku rewşek wiha dê der bikeve. Jiber ku xebat karên Van TV’yê tenê karê ragihandinê, anku karê xwe kiribûn. Bi vê bîryarê carek din derket holê ku girtina Van TV’yê bîryarek sîyasî bû.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku di 2016’an de hikûmeta Tirkîyê jiber hewildana darbeya leşkerî rewşa awarte ragihandibû.

Di heman çarçoveyê de bi bîryarnameya desthilata qanûnî (KHK) Van TV jî di nav de 16 televîzyon, 3 ajansên ragihandinê û 45 rojname hatibûn girtin.

AA_29_01_20_Doza Van TV
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:33 0:00

XS
SM
MD
LG