Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vance Nameyek bo Sekreterê Civata Bilind a Ewlekarîya Neteweyî ya Îranê Şandîye

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku Cîgirê wî JD Vance name şandîyesekreterê Civata Bilind a Ewlekarîya Neteweyî ya Îranê Mohsen Rezayî.

Trump derbarê naveroka nameyê de got: “JD Vance nerîna min pirsî, min jî jê re got ku eger tu dixwazî bikî, pirsgirêk nîne. Bi rastî armanc ew e ku rê li ber şandina alîkarîyan vebibe daku alîkarîya wan kesan were kirin ku di rewşeke xirab de ne.”

Medyaya Amerîkayê ragihandibû ku Vance nameyek ji bo sekreterê Civata Bilind a Ewlekarîya Neteweyî ya Îranê Mohsen Rezayî şandîye. Herwiha tê gotin ku welatên herêmê hewlên xwe zêde kirine da ku peymaneke dîplomatîk di navbera Washington û Tehranê de çêbibe. Ev hewldan di demekê de ne ku metirsîya êrîşên nû yên Amerîkayê li ser Îranê zêde dibe.

Rojnameya Wall Street Journal Çarşemê li ser zarê karbidestên Amerîkayê û kesên nêzîkî mijarê ragihand ku Vance, ji bo ku pêşî li şer bigire û danûstandinan destpê bike ve, nameyek şandîye ji Rezayî re.

Malpera Axios li ser naveroka vê nameyê û li ser zarê karbidestekî Amerîkayê ragihand ku Vance nameyek ji bo Rezayî şandîye. Malperê eşkere kir ku ji bo pêşîgirtina li êrîşên leşkerî yên Amerîkayê, divê di her danûstandinekê de nîqaş li ser pirsa navokî were kirin.

Vance serokê tîma gotûbêjan a rêveberîya Trump bû. Wî di çend qonaxên danûstandinên navbera Washington û Îranê de cih girt, yên ku piştî şerê 40 rojî ji bo dawîanîna li şer hatibûn destpêkirin.

Herwiha malpera Axiosê li ser zarê sê çavkanîyên Amerîkî, Îsraîlî û herêmî ragihand ku navbeynkarên bi serokatîya Qeterê û bi piştgirîya Pakistan, Erebistana Siûdî, Misir û Tirkîyê hewl didin pêşî li şer bigirin.

Li gor vê raportê, Qeter hewl dide Îranê razî bike daku rê bide çavdêrên navneteweyî serdana navendên wê yên navokî bikin, di beramberî sivikkirina hinek cezayan de ji aliyê Amerîkayê ve.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê di hevpeyvînekê de ligel Axios ragihand ku gotûbêjên ligel Îranê bi rêya navbeynkarên herêmî birêve diçin, lê wî eşkere kir ku ew nizane ka ev gotûbêj dê bigihin encamê yan na.

This item is part of
XS
SM
MD
LG