Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vance: Bernameya Navokî ya Îranê û Daxistina Bihayê Petrolê Armancên Sereke yên Şerê Niha ne

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance ragihand ku armancên bingehîn ên Amerîkayê di şerê li dijî Îranê de daxistina bihayê petrolê ye ji bo gelê Amerîkayê. Wî herwiha da zanîn ku armanca duyemîn jî, rêgirtina li pêşîya Îranê ye ku bibe xwedî çeka navokî.

Vance di hevpeyvînekê de ligel kanala Fox Newsê doh Pêncşemê tekez kir ku armanca duyemîn rêgirtina li pêşîya Îranê ye da ku ti carî nabe xwedî çekê navokî.

Wî herwiha got "Ez dizanim ku îro bihayê petrolê li gor rojên pêşîn ên şer ketîye."

Vance di hevpeyvînê de got "Caran em bala xwe didin ser mijara enerjiyê, ji ber ku em dixwazin Amerîkî bikaribin pereyê petrol û benzînê bidin. Caran jî em bala xwe didin ser aliyê leşkerî û bernameya navokî."

Li alîyê din, Amerîkayê dorpêça duyemîn a deryayê danî ser Îranê û Wezîrê Cengê Pete Hegseth diyar kir ku ewê vê dorpêçê berdewam bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG