Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vance Dibêje Trump li dor Pêşketinên li Îranê "Bêsebir" e

Cîgirê serokê Amerîka JD Vance îro Çarşemê got ku serok Donald Trump li ser pêşketinên ber bi bidawîanîna şerê Îranê "bêsebir" e û ferman daye tîma xwe ya danûstandinan ku bi niyaza baş bi Îranîyan re têkilîyan deynin.

Vance di serdana xwe ya Meceristanê de li Budapestê got ku eger Îran bi dilsozî danûstandinan bike, rêkeftin pêkan e, lê hişyarî da ku her çend hin beşên rejîma Îranê bi awayekî avaker nêzîkî danûstandinan dibin jî, yên din ne wiha ne. Wî rewş wekî "agirbesteke nazik" bi nav kir.

Vance got, "Serok ji min, tevahîya tîma danûstandinan, wezîrê derve, û nûnerê taybet Steve Witkoff re gotiye, herin û bi niyaza baş kar bikin da ku bigihêjin rêkeftinekê."

Cîgirê Serok got ku Trump "bêsebir e, li dor pêşveçûnan. Wî ji me re gotiye ku em bi niyaza baş danûstandinan bikin, û ez bawer dikim ku eger ew [Rejîma Îranê] bi niyaza baş danûstandinan bikin, em ê karibin peymanekê bibînin. Lê ev egereke mezin e, û di dawîyê de, ew bi Îranîyan ve girêdayî ye ka ew çawa danûstandinan dikin. Ez hêvî dikim ku ew biryara rast bidin."

Amerîka û Îranê li ser agirbesteke du hefteyî ya bi navbeynkarîya Pakistanê li hev kirin, ku reng e şerê şeş hefteyî yê ku bi hezaran kes kuştine, li seranserê Rojhilata Navîn belav bûye û bûye sedema astengîyên bêhempa di dabînkirina enerjîya cîhanî de, rawestîne.

Serokê Amerîkayê derengî roja Sêşemê rêkeftina agirbesta du hefteyî ragihand, tenê du demjimêran berî dema ku wî ji bo Îranê danîbû da ku Tengava Hormuzê ya girtî veke, an jî bi hilweşandina "tevahîya şaristanîya" xwe re rû bi rû bimîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG