Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vance: Heta Êrîşên Ser Keştîyên li Hormuzê Ranewestin, dê Danûstandinbi Îranê re Nebin

JD Vance, Cîgirê Serokê Amerîka
JD Vance, Cîgirê Serokê Amerîka

Cîgirê Serokê Amerîka JD Vance îro Pêncşemê got heta ku Îran êrîşên ser keştîyên bazirganî yên li Tengava Hormûzê ranewestîne, dê Washingtonbi Tehranê re danûstandinan neke.

“Heta Îran dest ji êrîşên ser keştîyan bernede, em bi Îranê re danûstandinan nakin,” Vance li Koşka Sipî ji rojnamevanan re got.

JD Vance dîyar kir ku peyama Washingtonê ji Tehranê re ji destpêka şer ve neguherîye.

“Peyama me ji Îranîyan re sade ye. Ji destpêkê ve heman peyam e... divê hûn rawestin,” wî got.

Vance ragihand ku roja Çarşemê nêzî 15 mîlyon bermîl petrol ji Tengava Hormuzê derbaz bûye.

Wî got ku tevî êrîşên berdewam ên Îranê li ser keştîyên bazirganî, veguhestina li vê rêgeha girîng ya deryayî dîsa vegeryaye nêzî asta berîya şer.

Cîgirê Serok herwiha bersiv da ragihandinên medyayî ku dibêjin êrîşeke Amerîkayê li başûrê Îranê daweteke kiriye armanc.

Wî got ku Washington bûyerê dinirxîne û destnîşan kir ku artêşa Amerîkayê ti carî bi qestî sivîlan nake armanc.

Karbidestên Îranê dibêjin di wê êrîşê de pênc kes hatine kuştin û nêzî 70 kes birîndar bûne.

Hejayê gotinê ye ku preskonferansa Vance ya îro ya yekem lidar xist, piştî ku berdevika Koşka Sipî Karoline Leavitt di 27’ê Tebaxê de dest ji erka xwe berda.

Vance bersiva pirsên rojnamevanan li ser Îranê, Tengava Hormuzê û mijarên din da.

This item is part of
XS
SM
MD
LG