Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance roja Sêşemê got ku êrîşên Amerîkayê yên li ser Girava Xarg a Îranê ne guhertineke di stratejîya Amerîkayê de, di demekê de ku karbidestekî Amerîkî bi awayekî cuda ji Reuters re got ku êrîşên zêde yên li ser armancên leşkerî bandor li ser binesazîya petrolê nekirine.
Vance, di serdana xwe ya Meceristanê (Hungarîya) de got ku êrîşên ku serê sibeha roja Sêşemê pêk hatine, ne guhertinek di stratejîya Amerîkayê de. Wî got, rêveberîya Trump di wê bawerîyê de ye ku ew dikare Sêşemê heta demjimêr 8’ê êvarê di danûstandinên ji bo bidawîkirina şer de bersivek ji Îranê werbigire.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Îranê daxwaz dike ku dest ji çekên navokî berde û Tengava Hormuzê, ku rêyeke girîng a veguhestina petrolê ye, ji nû ve veke.
Vance îro li Budapestê got ku Amerîkayê "Hin alav hene ku hîn biryar nedaye li dijî Îranê bikar bîne."
Vance ji rojnamevanan re got, "Amerîka bi piranî armancên xwe yên leşkerî bidest xistine," û da zanîn ku heta dema dawî ya Amerîkayê destnîşan kirî, danûstandinên dijwar di navbera Washington û Tehranê de berdewam dikin.
Wî got, "Divê ew bizanin ku amûrên me hene ku me hîn biryar nedaye em bikar bînin. Serokê Amerîkayê dikare biryarê bide ku wan bikar bîne, û eger Îranî rêbaza xwe neguherin, ewê ew alav werin bikaranîn," lê Vance hûrgilîyên zêdetir nedan.
Serok Trump roja Duşemê gef li rejîma Îranê xwar bû ku eger peymanek ji bo bidawîkirina şer û vekirina Tengava Hormuzê neyê çêkirin, Amerîka dikare navendên enerjîyê û pirên Îranê bike armanc.
Trump îro Sêşemê jî derbarê Îranê got, "Îşev tevahîya şaristanîyekê wê were hilweşandin û qet ji nû ve neyê avakirin."