Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gera Yekê ya Danûstandinên Amerîka û Îranê li Swîsrayê Bi Dawî Bû

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Diaxive dema ku Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf Serokwezîrê Qeterê Şêx Mohammed bin Abdulrahman bin Jassim Al-Thani di amadebûn, Swîsra, 21-06-2026
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Diaxive dema ku Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf Serokwezîrê Qeterê Şêx Mohammed bin Abdulrahman bin Jassim Al-Thani di amadebûn, Swîsra, 21-06-2026

Çavkaniyek nêzîkî danûstandinan roja Yekşemê ji Reutersê re piştrast kir ku gera yekem a danûstandinên di navbera Amerîkayê û Îranê de li Swîsrayê bi dawî bûye.

Gotûbêj roja Yekşemê piştî nîvro li peravên Gola Lucerne di navbera şandeya Amerîkî, bi serokatiya Cîgirê Serok JD. Vance, û şandeya Îranî, bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf de dest pê kirin.

Li gorî şertên Yadaştnameya Lihevtêgihîştinê ya ku vê dawiyê ji hêla her du welatan ve hatî îmzekirin, divê di nav 60 rojan de peymanek dawî li ser bidawîkirina dijminatiyê, û her weha li ser bernameya navokî ya Îranê were bidestxistin.

Berî ku danûstandinên girtî dest pê bikin, Vance got ku di danûstandinên di navbera rayedarên Amerîkî û Îranî de li Swîsreyê "pêşketinek girîng" hatiye bidestxistin.

Vance li havîngeha Burgenstock'ê, ku danûstandin lê tên lidarxistin, rave kir û got "Tiştê ku serok ji me xwestiye ev e ku em rûpelek nû vekin û têkiliya xwe bi gelê Îranê re biguherînin."

Cîgirê serokê Amerîkayê zêde kir, "Me di çend demjimêrên dawî de pêşveçûnek girîng bi dest xistiye, û ez hêvî dikim ku em ê pêşveçûnên din bi dest bixin."

Ji alîyê xwe ve Medyaya Îranî ragihand ku civîna çar alî ya di navbera Amerîka û Îranê ya bi navbeynakrîya Pakistan û Qeterê, bidawî bû piştî ku 80 xulekan ji bo pirsên 'şêwirên ewlekariyê" hatbû rawestandin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG