Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vance: Di Danûstnadinên ligel Îranê de Pêşketin Heye û Pisporên IAEA Tên Vexwendin

JD Vance di Hilcivîna Gola Licerne de li Swîsrayê 22.06.2026
JD Vance di Hilcivîna Gola Licerne de li Swîsrayê 22.06.2026

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance roja Duşemê got ku di danûstandinên bi Îranê re pêşketin çêbûye û Tehran razî bûye ku destûrê bide çavdêrên navokî û mekanîzman ji bo birêvebirina saman û pereyên wê yên cemidandî û birêvebirina agirbestan ava bike.

Vance piştî danûstandinên li Swîsreyê axivî û behsa mekanîzmekê jî kir ku Tengava Hormuzê vekirî bimîne û danûstandinên teknîkî dê di roj û hefteyên pêş de berdewam bikin.

Wî got ku danûstandinên li ser pirsa navokî ya Îranê dikarin di vê hefteyê de dest pê bikin.

Cîgirê Serokê Amerîkayê dibêje ku Îran razî bûye çavdêrên Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî (IAEA) ji bo çavdêrî û lêkolînan vexwîne.

Vance got ku Amerîka di danûstandinên navokî de "pêşketineke mezin" bi dest xistiye û çarçoveyek ji bo gotûbêjên teknîkî yên din hatîye danîn.

Wî da zanîn ku tîmên Amerîkî dê di roj û hefteyên pêş de li Burgenstock, Swîsreyê, danûstandinên teknîkî bi nûnerên Komara Îslamî, Qeter û Pakistanê re bidomînin.

Vance diyar kir ku danûstandinên navokî û aborî dê berdewam bikin, di heman demê de hewldanên ji bo paqijkirina Tengava Hormuzê û misogerkirina ji nû ve destpêkirina trafîka keştîyan dê bidomin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG