Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serokê Amerîkayê ligel Serokwezîrê Pakistanê Dicive

Ofîsa Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ragihand ku serokwezîrê Pakistanê bi Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance û karbidestên din ên Amerîkî re civîya çend demjimêran piştî ku şanda Amerîkî gihîşt Îslamabadê.

Ev nûçe hat demjimêrekê piştî ku medyaya Îranê ragihand ku endamên şanda Îranê serdana Şerîf kirine.

Şandên Amerîka û Îranê gihîştine paytexta Pakistanê bi mebesta destpêkirina gotûbêjan, di demekê de ku agirbesteke nazik di nabera herdu alîyan de berdewam dike.

Di hevdîtina ligel Vance de, Serokwezîrê Pakistanê Şerîf pesnê "pabendbûna herdu şandan ji bo beşdarbûna avaker" da û hêvî kir ku danûstandin dê "kevirê bingehîn be ji bo bidestxistina aştîyeke mayînde li herêmê," li gor ofîsa serokwezîr.

Wî herwiha tekez kir ku Pakistan dixwaze "pêşketinê li ser rêya aştiyeke mayînde hêsan bike."

Pakistan dê di van danûstandinên nerasterast de rola navbeynkarîyê bilîze.

Şanda rejîma Îranê bi serkêşîya Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbafê ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG