Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vance Berevanî li Danûstandinên Serok Donald Trump û Putin Dike


Cîgirê Serokê Amerîka JD Vance îro Pêncşemê berevanî li danûstandinên Serok Donald Trump ya bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin kir û got ku ew biav dikare bibe alîkar ku şerê Ukraynayê bi dawî bibe.

"Heta ku hun bi Rûsyayê re nepeyîvin hunê çawa dawî li şer bînin?" Vance di dema axaftina xw eya di Konferansa Tevgera Polîtîk ya Konservatîf (CPAC) de got.

Şandeke Amerîkî ya bi seroktîya Wezîrê Derve Marco Rubio roja Sêşemê li Riyadê bi şandeke Rûsî civîbû û çawanîya dawîkirina şerê Ukrayna gotûbêj kiribû.

Di vê civînê de Ukrayna amade nebûbû û ew jîbî bûbû sedema nerazîbûna Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy.

XS
SM
MD
LG