Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serok: Me Gelek Pêşketin di Gotûbêjên ligel Îranê de Kiriye

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance li dema konferanseke rojnamevanî li Koşka Sipî, 19'ê Gulanê, 2026.
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance li dema konferanseke rojnamevanî li Koşka Sipî, 19'ê Gulanê, 2026.

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance îro Sêşemê got ku Amerîka û Îranê gelek pêşketin di danûstandinên xwe de kiriye û ti alî naxwaze ku kempeyna leşkerî careke din vegere.

"Em bawer dikin ku me gelek pêşketin kiriye. Em bawer dikin ku Îranî dixwazin peymanekê çêbikin," Vance di konferanseke rojnamevanî de li Koşka Sipî got.

Lê Cîgirê Serok got ku eger gotûbêjên di navbera Washington û Tehranê de têk biçin, Serok Donald Trump ji bo bijareyên din amade ye.

"Serok nû ji min re got ku em amade ne. Em naxwazin têkevin wê rêkê. Lê Serok amade ye û dikare têkeve wê rêkê eger pêwîst be," Vance da zanîn.

Vance diyar kir ku yek ji pirsgirêkên danûstandinên ligel rejîma Îranê ew e ku ew nizanin Îranî çi dixwazin. Wî got ku gelek bask di nav serkirdayetîya Îranê de çêbûne û ev yek bandorê li prosesa biryardayînê di nav danûstandinên ligel Amerîkayê de dike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG