Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vatîkan Û Pirsa Destdirêjên Ser Zarokan li Dêra Katolîkan


Serokê Qeşeyên Austuralya Philip Wilson li dadgeha Newcastle.
Serokê Qeşeyên Austuralya Philip Wilson li dadgeha Newcastle.

Papa Francis dest ji wezîfe kişandina serokê qeşeyên Austuralya erê kir, piştî ku wî zordestî û destdirêjiyên ser zarokan ya dêra katolîkî veşartîn û li ser wan bêgen mabû.

Serdozgerê Austuralya roja Duşemê eşkere kir ku, serokê qeşeyên Austuralya poşmanîya xwe ranegihand derbarê bêdeng mana wî li ser zordestî û destdirêjiya ser zarokan, bi taybet bûyera qeşeyê Austuralî yê destdirêjkarê zarokan dema li Hunter Valley ya bakurê bajarê Sydney sala 1970 destdirêjiya zayndeyî ser zarokekî kir bû, wî çaxî qeşe Philip Wilson yê niha serokê qeşeyên Austurlya Metranekê biçûk bû.

Dadgeha Newcastle got"sedema sereke" ya bêdeng mana serokê Qeşeyan ew bû, da ku navê dêra Katolîkî pîs nebe.

Qeşe Philip Wilson got bû, ew dest ji wezîfa xwe bernade heta ku bersivdana wî ya li dij tawan xistiye ser wî ji aliyê dadgehê ve neyê red kirin.

Rikmana qeşe Wilson ya dest ji wezîfê bernedanê, bi şêweke berfireh hat şermezar kirin. Serok Hikûmetê Austuralya Malcolm Turnbull got "Ew matmayî maye jiber ku qeşeyê 67 salî raste rast dest ji wezîfa xwe bernade.

Di nava dêra Katolîkan de jî, dengên li dij qeşe Philip Wilson zêde dibin da ku dest ji wezîfa xwe bikişîne ya ku ev 18 salin berdewam dike, qeşe Philip Wilson katolîkê pêşîne li cîhanê ku di asteke weha bilind de derbarê bêdeng bûna tecawiza ser zarokan tê tawanbar kirin.

Dadgeha Austuralî ew bi 12 salên girtinê siza daye, lê dibe ku wî nexin girtîgehê, girtina wî veguhêzin ku li malê di bin çavan de bimîne.

Dadgehê pirsa qeşe Philip Wilson taloq kir bû du hefteyên din, roja 14 Tebaxê dê bihê encam dan, lê ewê di mal de girtî bimîne.

XS
SM
MD
LG