Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevikê Vatîkanê û Cîgira Wî Dest ji Kar Berda


Pope Francis, Burke û Ovejero
Pope Francis, Burke û Ovejero

Rêvebirîya Vatîkanê îro Duşemê ragihand ku berdevikê wê Greg Burke û cîgira wî and Paloma Garcia Ovejero dest ji kar berda.

Daxuyanî ti sedem nîşan neda ku çima Burke û Ovejero kar hêlane, lê du hefte berê Papa Francis rojnamevanê Îtalî Andrea Tornielli ku hevalê wî yê nêzîk e, kiribû rêvebirê giştî yê ragihandinê.

“Paloma û ez ji 1ê rêbendanê pê ve dest ji kar berdidin. Di vê demê de biryareke wiha pêdivî ye Papa Francis bikare ji xwe re tîmeke nû ava bike,” Burke li ser Twitterê got.

Burke, 59 salî ye û Amerîkî ye. Ew berê wek nûçegîhanê Fox News yê Roma bû û ew di 2012’yan de wek şîretvan tev li Vatîkanê bûbû û di 2016’an de bûbû berdevikê Vatîkanê.

Ovejero, 43 salî ye û Îspanî ye. Ew berê di tora radyoya Îspanî (COPE) de nûçegîhanî dikir û ew yek ji jinên herî blind ya di nav Vatîkanê de ye.

Daxuyanîya Vatîkanê ragihand ku heta kesekî nû were destnîşan kirin, rojnamevanê Îtalî Alessandro Gisotti berdevkîya Vatîkanê birêve bide.

XS
SM
MD
LG