Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Dê di Adarê de Serdana Îraqê Bike


Papa Francis

Matteo Bruni berdevkê Vatîkanê îro Duşemê dîyar kir ku Papa Francis dê di navbera 5 û 8'ê Adarê de, serdana Îraqê bike.

Berdevk Bruni ragihand ku serdan li ser vexwendina hikûmeta Îraqê û dêra Katolîk ya herêmî hatîye plan kirin û ewê Papa Francis serdana paytext Bexda û bajarên Ur, Hewlêr, Mûsil û herwiha Qaraqosh bike.

Bruni di daxuyanîyê de got "Bernameya rêwîtiyê dê dema ku wext were bê dîyar kirin û dê pêşkeftinên rewşa awarte ya saxlemiya li cîhanê were girtinê ber çavan."

Ev serdan, ewê ji Mijdara 2019'an vir ve seredana yekê ya derveyî welat ya Papa be. Rêwîtiyên jibo vê salê hatibûn plankirin jiber pandemîya COVID-19 hatin betalkirin.

Çavkanîyek Vatîkanê ji Reuters re got ku yek ji armancên rêwîtîyê piştvanîya Kiristiyanên ku, di nav şer û pevçûnan de neçar bûne ku ji Îraqê û welatên din yên Rojhilata Navîn birevin.

Serokomarê Îraqê Berhem Salîh jî li ser Twitter di derbarê serdana Papa de peyamek weşand, Salîh got " Serdan dê bo Îraqêyên ji hemî olan re bibe peyamek aştîyê û ewê erêkirina nirxên me yên dadwerî û rûmetên hevpar be."

Francis, di Hezîrana 2019'an de, ji endamên xêrxwazên ku alîkarîya Xiristiyanên li Rojhilata Navîn dikin re gotibû ku her gava ku ew pirsgirêkên herêmê difikire, ramana wî ya domdar hebû ku serdana Îraqê bike.

Li Îraqê gelek dêrên cûrbecûr yên hem katolîk hem jî ortodoksî hene.

Hejayê balkişandinê ye ku heke ev rêwîtîya Papa Francis pêk were ewê bibe cara yekê ku Papayekê Vatîkan serdana Îraqê bike.

XS
SM
MD
LG