Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Beştarîya Civîna G20 Dike


Serok Obama di civîna G20 ya sala çûyî de axaftinek dike. Seul, Koreya Başûr, 12 Mijdar 2010
Serok Obama di civîna G20 ya sala çûyî de axaftinek dike. Seul, Koreya Başûr, 12 Mijdar 2010

Li vê demê ku Serok Barack Obama bi erênî pêşwazî li rêkeftina bexşandina deynên Yûnanîstanê kir, Qesra Sipî jî radigîhîne ku birêz Obama wê beştarîya hilcivîna G20 (Gruba 20an) ya li Fransayê bike.

Wekî bersîvdana peymana Ewrupayê, Serok Obama got, em li hêvîyê ne ku payman bi temamî û lêz û bez were cîh anîn. Serok Obama her wiha dîyar kir ku Ewrupa û Amerîka bi hevre dixebitin ku ekonomîyê bivejînin û karên nû biafrînin.

Serokê Amerîka Barack Obama her wiha ragihand, wekî endamên G20, divê em hem bi serê xwe, hem jî bi hevre bişoxlin ku ekonomîya gerdûnî jinûve baş bikin û gelê xwe careke din bînin ser karên xwe.

Gruba Bîstan ji Arjantîn, Australya, Brezîya, Kanada, Çîn, Yekîtîya Ewrupa, Fransa, Almanya, Hîndîstan, Endonezya, Îtalya, Japonya, Meksîka, Rûsya, Erebîstana Saudî, Efrîqaya Başûr, Koreya Başûr, Tirkîye, Îngîltere û ji Amerîkayê pêk tê.

XS
SM
MD
LG