Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîyasetvanê Kurd Vedat Aydin li Amedê Hat Bîranîn


Serokê Partîya Kedê ya Gelan (HEP) yê Amedê Vedat Aydun ku di sala 1991'an hatibû kuştin, îro li Amedê hat bîranîn.

Aydin, di sala 1990'an de jiber ku di kongreya Komeleya Mafê Mirovan de bi Kurdî axifîbû hatibû girtin.

Ew di 5'ê Tîrmehê ya 1991'an de li mala xwe ji alîyê hin kesên ku gotine ew polîs in, bi heceta girtina îfadeya wî, ji mala xwe li ba hevjîna xwe hatibû desteser kirin.

Piştî du rojan, di 7’ê Tîrmehê de termê wî yê êşkencekirî li bin pireke ser rêya Elezîzê hatibû dîtin.

Di 10’ê Tîrmehê de bi dehan hezar kes çûn pêşbazîya meytê wî ku bi girseyî wî binax bikin, lê êrîşeke çekdarî li ser gel pêk hat û bi dehan kes hatin kuştin, bi sedan kes jî birîndar bûn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku kujerên Vedat Aydin û êrîşkarên roja binaxkirina wî heta niha nehatine girtin.

Kerem kin vê raporta taybet ya derbarê bîranîna Aydin temaşe bikin ku hevserokên HDP'ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik, serokê IHD'ê yê Amedê Abudllah Zeytun û birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin derheqa wî hêst û nêrînên xwe bi we re parve dikin:

Sîyasetvanê Kurd Vedat Aydin li Amedê Hat Bîranîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:10 0:00

XS
SM
MD
LG