Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bernama Hello Washington: Vekêşana Hêzên Amerîkî ji Îraqê


Bernama Hello Washington: Vekêşana Hêzên Amerîkî ji Îraqê

Ew bingehê leşkerî yê heta duhî Qomandarîya leşkerê Amerîkî bû li Îraqê, îro ket destê Îraqîyan.

Eve demeke serbazên Amerîka ji Îraqê têne vekêşan, û heta îro jî 13000 jiwan mane... lê heta dawîya vê mehê, û gora rekkeftina sitratîjî ya Washington û Bexdayê,, çi jiwan na mînin..

Gelek karbisdestên Îraqê ji wana Serekwezîr Nurî Malikî ji Amerîkîyan dixwazit taybetmendên wan bi mînin bo fêrkirina serbazên wan, li ser çekê ew ji Amerîka dikirin.

Lê pêşniyazeka wesa jî tivîya Parlemanê Îraqê pesend biket.

Her çawa bit vekêşana serbazên Amerîkî ji Îraqê, dehan ,,, belkû sedan pisyara dirust diket.

Gelek Îraqê bi tiris berê xwe diden maytêkirina Îranê û desthelata wan,,, berî her layenekî dî yê herêmê.

Helbet ew alîyên demekî dirêje dixwazin Amerîkî derkevin desthalata Îranê xema wan ya mezine...

Çend layen, belkû Kurd dinav wan de, bawer dikin zû bû ji vekêşana Amerîkîyan re û ew dixema herêmên kêşedar de ne ewên ew dibêjinê (Herêmên Dabirî) ..

Ji bo em bawerîya van alîyan wergirin, em di bernama îro ya Hello Washington da, mêvandarîya berêzan:

Haşim Zêbarî, mamosta li Zankoya Duhokê û levekolê sîyasetê...

Saman Nuh, birêveberê nivîsînê di rojnama Ahalî de li Hewlêrê ....

Lê em rê dideyn gûhdaran jî bawerîya xwe diyar bikin û pisyaran arasteyî mêvana bikin

Kerem kin bi lînka “Guhdarî Kirin” a jorîn, guhdarîya bernamê bikin.

XS
SM
MD
LG