Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Kurd Dest bi Vekişînê Dikin


Mîlîtanên Kurd hêdî hêdî ji Tirkîyê vedikêşin û ber bi bakurê Îraqê ve diçin, wek gaveke girîng ya pêvajoya aşîtîyê.

Ev prosesa ku navbera hikûmeta Tirkîyê û Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) didome, ji xwe re armanc dibîne ku şerê bi dehan salan dawî bîne.

Di vê demê de ku çekdarên PKK'ê paşve dikşînin, hêzên ewlekarî yên Tirk xalên kontrolê danan ku vê prosesê bişopînin.

Serokê Giştî yê BDPê Selahattin Demirtas got, serhilda vekişîna xwe bi şev pêk tînin ku girjî û alozî neqewimin û ewlehîya xwe jî biparêzin.

Tê texmîn kirin ku prosesa vekişîne sê heta çar mehan bidome.
XS
SM
MD
LG