Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê FBI'yê yê Berê dê Vekolîna Rûsya Bidomîne


AP'ê ragihand ku Serokê Berê yê Buroya Vekolîna Federal (FBI) Robert Muller, bû rêvebirê nû yê vekolîna ser mudaxaleya Rûsya ya bo hilbijartinên seroktîya Amerîka.

Cîgirê Wezîrê Dadê Rod Rosenstein dîyar kir ku "yekî ku jibo vekolînê ji derve hatîye sitandin ewê jibo çêyîya bîragiştî baştir be"

Piştî ku Serokê Amerîka Donald Trump, Serokê Berê yê FBI'yê James Comey qewitandibû, bîragiştî xwestibû ku bo vekolîna Rûsya dozgerekî taybet were tayîn kirin.

Vekolîn, peywendîya di navbera tîma kempeyna Trump û Rûsya jî dihindurîne.

Trump bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku di navbera kempeyna wî û Rûsya de ti peywendîyên kirêt çênebûye.

"Vekolîneke baş ewê tiştê em dizanin piştrast bike, ti peywendîya kempeyna min û sazîyeke bîyan tine. Ez li bendê me ku ew vekolîn kêlîyekê zûtir bi seri bibe" Trump got.

New York Times'ê îdia kiribû ku Trump berî ku Comey biqewitîne, jî wî xwestibû ku vekolîna ser peywendîya Şêwîrmendê Berê yê Ewlekerîya Neteweyî ya Amerîka Michael Flynn û Rûsya bigire, lê Qesra Sipî ew îdia red kiribû.

Flynn ser îdiayên peywendîya bi Rûsya re karvekîşîna xwe dabû.

Endamên Kongresê, ser tayîna Muller bo vekolîna peywendîyên bi Rûsya re bertekên erênî nîşan didin.

XS
SM
MD
LG