Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Venedîk Komên Mezin yên Turîstan Sînordar Dike


Protest li dij biryara peredanê ya turîstan, venedîk (Venice) Italy.
Protest li dij biryara peredanê ya turîstan, venedîk (Venice) Italy.

Rêvebiriya bajarê Venedîk wê ji roja Pêncşemê pê ve jibo kêmkirina bandora qelebalixê hejmara komên turîstan bi 25 kesan sînordar bike.

Karbidestên herêmî dibêjin ku ewê jibo parastina aramîya şênîyê bajêr û hêsankirina rêkên meşê karanîna hoparloran li rêberan qedexe bike.

Çaverê bû ew tedbîr meha Hezîranê biketina merîyetê, lê heta serê Tebaxê hatin paş xistin.

Jibo kesên li gor wan tedbîran tevnagerin wê ji 25 - 500 euro (27-541 dolar) cezayê diravî werin ceza kirin.

Ew sînordarkirin wê jibo giravên Murano, Burano û Torcello jî bikevin merîyetê.

Venedîkê meha Nîsanê jibo rê li ber turîstên rojane tên bigire sîstemeke peredayînê çêkir ku li cîhanê cara pêşî li bajarekî tiştekî wisa qewimî.

Navendên turîzmê yên Ewrupa jî ew sîstema pîlot şopandin ku meha Tîrmehê dawî li wê hat.

Proje wê di siberojê de çawa bimeşe ewê karbidestên bajêr di rojên pêş de ser danûstandinê bikin.

Jibo komên turîstan hin taybetmendî jî hene ku zarokên heta du salî wê neyên hejmartin.

Xwendekarên turîst û ewê di gera perwerdehîyê de jî wê nekevin nav sînordarkirinê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG