Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Venezuela: Erdhejên Hêzdar Bûn Sedema Wêrankarî û Mirina bi Dehan Kesan

Dîmenek ji Erhejên li Venezuelayê li paytext Caracas
Dîmenek ji Erhejên li Venezuelayê li paytext Caracas

Li gorî hejmara dawî ya qurbaniyên erdhejên şeva borî li Venezuelayê, 164 kes mirin û zêdetirî 1000 kes birîndar bûn, ev yek ji aliyê Seroka Karbirêkar a Venezuelayê Delcy Rodríguez ve hate ragihandin.

Saziya Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) erdhej di pileya hêdar a 7.2 û 7.5an de, destnîşan kirin, ku ev erdhej weke yên herî hêzdar li cihan ku di îsal de pêkhatine.

Piştî du erdhejên mezin ên ku şeva Çarşemê li Venezuelayê qewimîn, rayedarên wî welatî ragihandbû ku herî kêm 32 kes mirin û 700 kes birîndar bûn. Lê roja Pêncşemê hejmara qurbaniyan gelek zêdetir bûye.

Serok Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe de soza alîkariya bilez da û got "Amerîka amade ye, dixwaze û dikare alîkariyê bike."

"Min ji hemî saziyên hikûmeta me re ferman daye ku zû tevbigerin û amade bin ji bo alîkariyê. Em ê ji bo hevalên xwe yên nû û mezin, li wir bin," Serok Trump got.

Dîmenên ku ajansên navnetewî û medya civakî de hatine weşandin dîmenên tirsank yên erdhejan nîşa didin.

Piştî erdheja yekê pêkhat, erdheja duyemîn bihêztir bû, bi kûrahiyek kêm a nêzîkî 10 kîlometreyan pêkhat, lê hêzdar bû û tirs û qurbaniyên berfireh zêde kirin.

Hikûmetê rewşa awarte ragihand, Seroka Karbirêkar a Venezuelayê Delcy Rodríguez di axaftinek televîzyonî de ragihand, û wekî bûyerek cidî û metirsîdar bi nav kir.

Dîmenên vîdyoyê nîşan didin ku çend avahî li Caracas hilweşiyane, di heman demê de tîmên rizgarkirinê li mirovên ku dibe ku di bin kavilan û xirbeyan de asê mane digerin.

Delcy Rodríguez bang li rêveber û rayedarên saziyên dewletê kir ku ji ber zirarên zêde, dibistanan, xetên trênê, balafirgeha navneteweyî ya li paytext Caracas demgî bigirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG