Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Amerîkî ji bo Çareserîya Trafîka Esmanî Alîkariya Venezûelayê Dikin

Leşkerên Amerîkî yên ji 'Joint Task Force-Bravo,' alîkarîyê digihînin qurbaniyên erdhejên Venezuelayê
Leşkerên Amerîkî yên ji 'Joint Task Force-Bravo,' alîkarîyê digihînin qurbaniyên erdhejên Venezuelayê

Fermandarîya Başûr a Hêzên Amerîkayê (SOUTHCOM) ragihand ku pispor û tîmên wan ji destpêka Tîrmehê ve hevkarîyê ligel desthilatdarên Venezuelayê dikin ji bo çareserkirina astengîyên hêlên trafîka emsanî piştî erdheja vê dawîyê.

SOUTHCOM got ku hêzên Marînz û yên esmanî ji 1'ê Tîrmehê ve li Firokxaneya Navneteweyî Simon Bolivar a Venezuelayê ji bo kontrolkirina trafîka esmanî li wî welatî hevkarîyê dikin da ku astnegîyên di rêya trafîka hêlên esmanî de piştî erdhejê çareser bikin.

Li gor SOUTHCOM, alîkarîya wan di rêvebirina birca kontrolê û tevgera balafiran de bû sedema kêmkirina astengîyên lojîstîkî, da ku alavên girîng, amûrên giran, tîm û karmendên arîkarîyê zûtir bigihêjin herêmên ku ji erdhejê ziyan dîtine.

Ev piştgirî di çarçoveya operasyonên alîkarîyê yên hikûmeta Amerîkayê de tê kirin; operasyonên ku ji alîyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve tên rêvebirin, piştî erdhejên mezin û wêrankar ên ku di 24'ê Hezîrana 2026'an de li Venezûelayê da qewimîn.

Hêjayî gotinê ye ku karbidestên Venezuelayê roja Yekşemê hejmara nû ya qurbanîyan ragihand û hişyarî da ku dibe ku hejmara qurbanîyan zêdetir bibe, ji ber ku hewldanên rizgarkirin û naskirina qurbanîyan berdewam dikin.

Karbidestan got ku hejmara mirîyan heta niha gihîştîye 3,342 kesan. Herwiha 16,470 birîndar hene û zêdetirî 17,345 kes jî bê mal mane.

This item is part of
XS
SM
MD
LG