Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nicolas Maduro Daxwaza Hilbijartinên Nû Red Dike


Serkirdeyê Venezuela Nicolas Maduro daxwazên navnetewî yên lidarxistina hilbijartinên nû îro Yekşemê red kirin, di demekê de ku kirîza siyasî ya welatê wî roj bi roj kûrtir dibe piştî ku serkirdeyê opozisyonê xwe wek serokê demkî yê welêt ragihand.

Di hevdîtinekê de li gel CNN a Tirkî ku îro Yekşemê hate belavkirin, Maduro huşdariyeke ku jimarek welatên Ewrupî dabûnê red kir.

Welatên Ewrupî jê xwestibû ku di nava 8 rojan de hilbijartinên nû pêk bîne, ya na ewê pênasînê bi serkirdeyê opozisyonê Juan Guaido ê 35 salî wek serok bikin.

Maduro got:

“Divê ew huşdariya xwe vekişînin. Kes nikare huşdariyan bide me.”

Tê zanîn, di 20 Gulana borî de hilêbijartin li Venezuela hatin lidarxistin, gelekan ew boykot kirin û got ew ne azad û dadmend in.

XS
SM
MD
LG