Sê firokên Amerîkî yên barhilgir ên alîkariyên mirovahî gihiştin bajarê Kukuta yê Kolombî ji bo derbaskirina wan bo welatê Venezuela.
Berê jî alîkariyên tenduristî li wir li benda derbaskirinê ne.
Ev alîkariyên Amerîka û hin welatên din hîn negihiştina welatiyên Venezuela û ew li bajarokên Kolombia, Brazîl û Curacao hîn çavlirêyî derbaskirinê ne.
Serokê Venezuela yê cihê nakokiyan Nicolas Maduro dibêje ew alîkarî ne yasayî û ne pêwîst in.
Venezuela rastî kêmbûna xwarin, derman û pêwîstiyên din ên rojane bûye.
Derdora 10 ji sedî ji xelkê reviyane derveyî welêt.
Maduro yê ku Rûsya û Çînê piştgiriya wî dikin ferman daye leşkeran ku nehêlin ti karwanên alîkariyan derbasî Venezuela bin.
Juan Guaido yê ku Amerîka û hin welatên din wî wek serokê rewa yê Venezuela binav dikin, dibêje wî plan heye van alîkariya roja 23 mehê derbasî Venezuela bike û ewê roja Duşemê berferehiyên plana xwe diyar bike.