Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Venezuela: Neteweyên Yekbûyî Derewan Dike


Wezîrê Derve yê Venezuela Jorge Arreaza
Wezîrê Derve yê Venezuela Jorge Arreaza

Wezîrê Derve yê Venezuela Jorge Arreaza dîyar kir ku Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yên Neteweyên Yekbûyî Zeîd Raad El-Huseyîn derew kirine.

El-Huseyîn gotibû ku li Venezuela "sûcên dijî mirovahîyê" pêk hatine û dibe ku girjîya li wî welatî zêdetir bibe.

Di protestoyên dijî hikûmetê de, ji Nîsanê vir ve heta niha herî kêm 120 kes hatine kuştin.

Arreaza ji El-Huseyîn xwest ku "dijminîya Venezuela" biterikîne û dîyar kir ku rexneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) bêbingeh in û daxuyanîya wê ji bi derewan dagirtî ye.

NY di rapora xwe de dabû zanîn ku di bûyerên tundûtûjîyê de 124 kes hatine kuştin. NY dîyar kiribû ku 46 kes ji alîyê alîgirên hikûmetê û polîs ve, 27 kes ji alîyê opozîsyonê ve hatine kuştin û kujerên yên manî jî eşkere nebûne.

Hikûmeta Venezuela dibêje ku sedema kêşeya aborî û siyasî, "şerê emperyalîst yê dijî hikûmetê ye"

XS
SM
MD
LG